Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat hat astengkirin 2025-08-16 11:45:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Înstagramê li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) hesabê Ajansa Welat li Tirkiyeyê asteng kir.   Ajansa Welat ku li ser hemû platformên dîjîtalê weşanê dike cara duyemîn rastî astengiyê hat. Hesabê Ajansa Welat ê înstagramê (@ajansawelat1) li ser daxwaza Saziya Zanistên Teknolojîk û Ragihandinê (BTK) li Tirkiyeyê hat astengkirin.   Ajansa Welat diyar kir ku wê îtîrazî biryarê bikin û serî li rêyên hiqûqî bidin.   Hesabê nû yê înstagramê yê Ajansa Welat ev e: @AjansaWelat2