Cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hat erê kirin 2025-08-16 15:38:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Emîr Reîsyan diyar kir ku cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îranê ve hatiye pejirandin.   Li gorî Arîn TV ku çavkaniya xwe spart parêzerê Şerîfe Mihemedî, Emîr Reîsiyan, cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemed ji aliyê şaxa 39 ya Dadgeha Bilind ya Îranê ve bi temamî hatiye erê kirin.   Hate gotin ku Dadgeha Bilind ya Îranê bêyî ku kêmahiyan berçavan bigire, cezayê darvekirinê ji bo Şerîfe Mihemedî erê kiriye.   Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin. Lê carek din di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê Şaxa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin.