Ji bo Gulîstan Tara û Hêro Bahdîn bîranîn: Dê têkoşîna heqîqetê bidome 2025-08-23 15:20:02   ÊLIH - MKG û DFG'ê bi çalakiyekê li Êlihê rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadin yên ku  li Silêmaniyê hatin kuştin bi bîr anîn. Di bîranînê de wiha hat gotin: "Ew ji ber ku jin bûn, ji ber ku Kurd bûn, ji ber ku li ser rêya heqîqetê sekinîn hatin kuştin."   Ji bo rojnamevan Hêro Bahadin û Gulîstan Tara, yên ku li navçeya Seyîdsadik a Silêmaniyê, li Herêma Başûrê Kurdistanê, di êrîşeke balafira bê mirov a dewleta tikr de di 23' Tebaxa 2024'an de hatin kuştin, ji aliyê Momeleya Rojnamegerên Jin aMezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)  ve  li şaxa Êlih Petrol-İş bîranîn hat lidarxistin   Malbata Gulîstan Tara, hevkarên rojnamegeran, Komeleya Piştgirî, Yekîtî û Çandê ji bo Malbatên ku Xizmên Xwe li Derguşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdarî merasîma bîranînê bûn.   Li hola çalakiyê, wêneyên Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn, digel qurnefîlên li kêleka wan hatine danîn, bal kişandin, her wiha pankartên bi nivîsa "Jin jiyan azadî" û "Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin" hatin daliqandin.   Bîranîn bi kêliyek bêdengiyê ji bo rojnamegerên hatin kuştin dest pê kir.   Vîdyoyek li ser têkoşîna Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jî hate nîşandan.       'Dixwazin dengê heqîqetê qut bikin'   Guneş Çetinkaya Erdem li ser navê MEBYA-DER'ê axivî û diyar kir ku êşa wan kûr û hêrsa wan jî pir mezin e û got: "Bîranîna wan dê di têkoşîna me de bijî. Ew rastiyeke ku lêpirsînek li ser kuştina rojnamegeran nayê kirin. Heqîqet tê bêdengkirin. Em vê yekê qebûl nakin.Pênûsa kesên ku li rastîyê digerin nayê bêdengkirin. Em li kêleka çapemeniya azad, dengê kesên ku heqîetê dinivîsin, radiwestin. Em ê wan qet ji bîr nekin."   Piştre, aktîvîsta TJA Havva Can ji bo Gulîstan Tara helbestek xwend.   'Em ê li ser şopa wan ji bo heqîqtê têbikoşin'   Seroka MKG Roza Metîna di axaftina xwe de diyar kir ku ew hêzê ji têkoşîna rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara digirin û got: "Em ê her gav hêz û îlhama xwe ji van her du rojnamegerên ku li ser rêya heqîqetê ne bigirin. Wan di şert û mercên dijwar de karê xwe berdewam kirin. Wan têkoşîn da  ku bibin dengê jinan, civakê û heqîqetê. Dibe ku ew dizanibûn ku ew ê werin kuştin, lê wan dev ji doz û têkoşîna xwe bernedan, canê xwe xistin xeterê. Wan sûc û durûtiya dewletê eşkere kirin. Wan rastiyên ku dewlet nedixwest werin eşkerekirin eşkere kirin. Ji ber vê yekê ew hatin kuştin. Ew ji ber ku jin bûn, ji ber ku Kurd bûn, ji ber ku li ser rêya qîqetê sekinîn hatin kuştin. Ew ji ber ku li ser rêya Gurbetelliyê sekinîn hatin kuştin. Em ê têkoşîna ji bo heqîqetê li ser şopa wan bidomînin."   'Em ê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û li ber xwe bidin'   Roza Metîna her wiha bal kişand ser pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir û got: "Em ê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û li ber xwe bidin da ku rojnameger careke din neyên kuştin. Em ê dev ji rastiya ku ev rojnamegeran li pey  bûn bernedin. Hevalên me hîn jî di girtîgehê de ne, bi neheqiyê re rû bi rû ne. Lê ew hîn jî pênûs û kamerayên xwe bernadin, ew li ber xwe didin. Nagehan Akarsel, Nazım Daştan, Cîhan Bilgin, Hêro Bahadin, Gulistan Tara û hevalên me yên din ên rojnameger ên ku hatine kuştin di bin şert û mercên dijwar de dixwestin rastiyê eşkere bikin. Ji ber vê yekê ew hatin kuştin. Wekî çapemeniya azad, em ê li dijî van êrîşan û paşguhkirina nasnameya gelê Kurd li pey rastiyê biçin. Em ê nehêlin pênûs û kamerayên wan li erdê bimînin. Em ê her gav dengê wan, qîrîna wan, wijdanê wan bin."   Pêvajo hate nirxandin   Di dawiyê de, Fatma Ablay, li ser navê Tevgera JinênAzad (TJA) axivî, bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û bal kişand ser hewldanên jiholêrakirina jinan bi polîtîkayên şerê taybet û got: "Rêberê gelê Kurd di pêvajoya avakirina Civakeke Aştîxwaz û Demokratîk de bedela herî mezin dide. Ew rê li ber jiyana jinan û gelê Kurd vedike. Wek gelê Kurd û jinên Kurd, divê em piştgiriyê bidin rêberê xwe. Her ku em rêxistin, meclîs û yekîtiya xwe xurt bikin, destê me ew qas xurttir dibe."   Piştî axaftinan, dê gora Gulistan Tara were ziyaretkirin.