Ji jinan peyama pêvajoyê: Em aştiyek mirovî dixwazin 2025-09-02 09:03:10   Elfazî Toral   STENBOL - Jinan, daxwazên xwe yên ji bo aştiyeke mirovî anîn ziman û gotin, "Rêberê me hîn jî li Îmraliyê ye, tu hêviya me ji bo pêvajoyeke aştiyê tune ye" û gotin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê dewlet gavên pêwîst bavêje.   Piştî "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de ku daxwaza çareseriyeke aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd kir, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re, hem gelên bindest û  yên Tirkiyeyê û hem jî gelên Rojhilata Navîn pêvajo hembêz kirine û di her warî de hewldan hene. Bi taybetî  derbarê çareserkirina van pirsgirêkan de daxwaz û hêviyên jinan zêde ne. Jin ji JÎNNEWS re li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn.   'Em dixwazin Rêberê me were parlementoyê'   Guler Yilmaz got, "Ji destpêkê ve, me her tim aştî xwestiye, û em ê berdewam bikin. Aştî her tim daxwaza dayikan di karê wan de bûye. Em naxwazin zarokên tu kesî bên kuştin. Hêviyên me ji pêvajoyê ev in ku êdî zarok zarok neyên kuştin, êdî dayik bila negirîn û bila dayikên leşker û gerîla destên xwe bidin hev da ku vê pêvajoyê ava bikin. Em Kurd her tim rastî zilmê hatine. Tevî zilmê jî em hîn jî banga aştiyê dikin. Em dixwazin Rêberê me were parlementoyê. Pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, PKK'Ê çekên xwe şewiandin û em dixwazin dewlet gavên şênber bavêje. Bahçelî got ku divê Rêber Ocalan were parlementoyê û em vê yekê dixwazin. Gelek kes di girtîgehê de ne, wan got ku ew ê wan berdin, lê wan hîn jî bernedane. Pêvajo wekî ku me hêvî dikir pêş neketiye. Dayikên Aştiyê çûn parlementoyê û axaftina bi Kurdî li wan qedexe kirin. Ev dayik bi salan e têkoşînê didin. Di demeke ku zimanê me yê dayikê qedexe ye û Rêberê me hîn jî li Îmraliyê ye ji bo pêvajoya aştiyê tu hêviyek me nemaye. Di vê rewşê de, em hewceyê Rêberê xwe, gerîlayên xwe û avakirina aştiyê ne. Lê ji dewletê hêviyek me nemaye."   Daxwazeke mirovî ji bo aştiyê   Demet Gumuş, diyar kir ku şer bandorek kûr li ser her kesî kiriye, hem ji hêla madî û hem jî ji hêla manewî ve û got: "Em, gelê Kurd, bi salan e ku di qadên şer de ne. Em her tim alîgirê aştiyê ne. Em êdî naxwazin cenazeyên leşkeran an gerîlayan bibînin.  Kîmyewîyên ku ji ber şer di hawîrdorê de belav dibin û zehmetiyên aborî yên ku em dema zarokên xwe dişînin perwerdehiyê de rastî wan tên, bi her awayî bandorek kûr li ser me dikin. Em aştiyê dixwazin da ku zarokên me jiyanek baş bijîn. Daxwaza me ya aştiyê daxwazeke mirovî ye. Me qet wekhevî nedîtiye, ne li dibistanan û ne jî li derve."   'Abdullah Ocalan sermuzakerekar e'   Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Besriye Tekgur, gotinên Devlet Bahçeli yên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan de di 1'ê Cotmehê de bi bîr xist ku got "Bila ew were û li parlementoyê biaxive." Beserye Tekgur got ku dewlet hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Tirkiyeyê bi rewşek dijwar re rû bi rû ye.  Beseriye Tekgu got, "Bi destpêkirina vê pêvajoyê re, şandeyek çû Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re civiya. Bi destpêkirina hevdîtinan re, Ocalan bangek kir. Ev bang ji bo hemû gelan pêşketinek girîng bû. Ji ber ku Ocalan ji bo hemû gelên bindest banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev banga ji bo Civaka Demokratîk pêvajoyek e ku dê diyar bike ka gelo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dikarin bi hev re bijîn, ne tenê ji bo Kurdan e. Em dikarin bibêjin ku ev hemû pêşketin dê ber bi aliyekî erênî ve biçin. Lêbelê, di mehek an du mehên dawî de, me dît ku ev hevdîtin hatine qutkirin. Dibe ku dewlet ji perspektîfa xwe danûstandinan bike, lê hem ji hêla dewletê ve û hem jî ji hêla gel ve hatiye qebûlkirin ku Birêz Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de sermuzakerekar e. Ji ber vê yekê, me gelek caran gotiye ku divê ev danûstandin bi Abdullah Ocalan re werin kirin."   'Berpirsiyarî li ser milên her kesî ye'     Besriye Tekgur diyar kir ku her beşek ji civakê berpirsiyara serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk digire ser xwe û got, “Em, hem wekî DEM Partî û hem jî wekî meclîsa jinan, bi gel re civiyan û ev yek ji wan re hat ravkirin da ku gel bibin kirdeyên avakirina vê civaka demokratîk. Lêbelê, em dibînin ku ev hewldanek yekalî ye. Em bawer dikin ku ji bo  ev pêvajo bigihîje armanca xwe, girîng e ku partiyên din ên siyasî û dewlet zimanekî aştiyê ava bikin û temaşevanên xwe razî bikin. Komîsyonek parlementoyê hatiye damezrandinû ev girîng e. Lêbelê, em dibînin ku dewletê hîn gav neavêtine da ku vê mijarê bîne ber çavê raya giştî. Pir girîng e ku hem komîsyon, hem partiyên siyasî û hem jî hikûmet di vê mijarê de hesastir bin, bi raya giştî re hevdîtin bikin û raya giştî bi vê yekê razî bikin. Pir girîng e ku komîsyon rola xwe bilîze, ji bo azadiya girtiyên siyasî yên di girtîgehan de û ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan gavan bavêje. Ev daxwazên gel di civînên giştî yên ku me li dar xistin de bûn. Divê hem dewlet û hem jî komîsyon gavan bavêjin da ku raya giştî razî bikin. Ev pêvajo ji bo hemû gelan e; tenê rêyek heye ku çek bêdeng bibin û hawîrdorek aştiyê were avakirin. Divê hemû gel bi hev re vê ava bikin. Ev berpirsiyariyek mezin a kesên ku Tirkiyeyê bi rêve dibin e."