Li Rezanê Navenda Hevgirtina Rojîn Kabaîş 2025-09-07 09:04:17     Şehrîban Aslan   AMED - Yekîneya Hevgirtina Rojîn Kabaîş ku bin bana şaredariya Rezan de hat avakirin, pirsgirêkên jinan çareser dike û cihê niha ji bo yekîneyê tê bikaranîn dema qeyûman de di bi navê kiratxaneyê de cihê ku hişbir lê dihat firotin û bikaranînê bû. Hat diyar kirin ku demên ewil jin ji ber vê ditirsiyan û nedihatin vir.   Piştî tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyan hemû derfetên jinan ji dest hatin girtin û jin hepsê malê hatinkirin. Mînaka herî mezin em ji vegotinên xebatkarên Yekîneya Hevgirtina Rojîn Kabaîş ya bin bana şaredariya Rezan a Amedê de hatiye vekirin dibînin. Jinên di yekîneyê de bi jinan re eleqeder dibin der barê zor û zehmetiyên jiyane de axivîn.   Xebatkara yekîneyê Gurbet Kazan da zanîn ku armanca wan eve ku xwe bigihînin jinan û piştgiriya hiqûqî, psîkolojîk û civakî bidin û got: “Beriya qeyûman fikara jinan tunebûn. Bi rehetî dihatin saziyên me. Me bi rehetî xwe digîhand wan. Piştî qeyûman di xebatan de texrîbatên mezin çêbûn. Wê demê me nikaribû xwe bigihînin jinan. Piştî qeyûm çûn me xwe gîhand jinan. Me tirsa jinan dît. Me nikaribûn ew îqna bikirana. Baweriya jinan nû nû çêûye. Dema qeyûman de ev der di bin navê kafeyê de veguhertibûn kiratxaneyê. Li vir hişbir dihat firotin û bikaranîn. Hîna jî şêniyên taxê ditirsin. Dibêjin gelo ‘tiştên wisa hîna tên kirin’. Em di xebatên xwe de vê dibêjin. Em dibêjin werin bibînin. Em li ser aboriyê nîqaşan dimeşînin. Jin di alî aborî de pirsgirêkên mezin dijîn.”   ‘Her jin pirsgirêka aboriyê tîne ziman’   Gurbet Kazan daxuyakirin ku her sibeh li pişt saziyê bi dîmenên bikaranîna hişbirê re tên rû hev û got: “Li vir ewlehiya canê me di bin rîskê de ye. Me got ev der saziye şûnde gav avêtin. Lê hîna jin di bin bandora vê de ne. Fikarên jinan hene. Ji ber li vir bi salan hişbir hatiye bikaranîn. Em der barê jinan de dixebitin lê zarok jî tên. Pirtûkxaneyek me heye. Ji pirtûkan fêdeyê digirin. Psîkologa me ya heye. Piştgiriya psîkolojîk dide. Em diçin kîjan malê jin pirgirêka aborî tînin ziman. Em her tim ligel jinane. Em ê piştgiriyê bidin wan. Em her tim ligel wane. Em wan tenê nahêlin. Em ê hêza xwe bikin yek û hebin.”   ‘Îstasyona gava ewil’   Ayşe Etîk ya li navena Hevgirtina Jinan a Rojîn Kabaîş psîkolog e got ew piştgiriya psîkolojîk didin jinan û pêvajoyên hiqûqî de jî bi baroyan re li hev dikin û wiha anî ziman: “Piştgiriya me ya civakî jî heye. Di alî borî de jin pirsgirêkan dijîn. Em berê wan didin saziyên pîşeyî. Yên ji bo xwendin û nivîsandinê jî tên hene. Em berê wan didin saziyan. Ev der wek îstasyona gava ewil e. Li gorî hewcedariyan em berê wan didin saziyan.”   ‘Hişbir tundiyê diafirîne’   Ayşe Etîk di berdewamiyê de wiha vegot: “Jinên tên vir pirsgirêka borî tînin ziman. Betalî pir zêde ye. Piranî mêr naxebitin. Li vir bikaranîna hişbirê pir zêde ye. Bêguman ev jî tundiyê bixwe re tîne. Tundiya li ser jinan zêde dibe. Ji ber hişbirê berê tenê tundî derdihat holê. Lê niha gelek tiştên ku tundiyê diafirînin hene. Armanca me eve ku em li dijî van faktoran çawa jinan xurt bikin. Em hewl didin jinan xurt bikin. Dema me nû ev sazî vekir me gelek zehmetî kişandin. Jin nedihatin vir. Ditirsiyan.  Zarok dihatin. Em diçûn serdana malbatan. Bi vî awayî tirsa wan jî şikest. Em bang li hemû jinand ikin ku bên saziyê.”