Zarok, jin û kesên astengdar bi birkên avê re hatin ba hev 2025-09-09 10:12:09     AMED - Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Bila zarokên ku avjeniyê nizanin neminin” di havîna vê salê de kursên avjeniyê li dar xist û bi vî awayî bi hezaran zarok, jin û kesên astengdar bi birkên avê re hatin ba hev. Piştî bidawîbûna kursan, şahiyeke avjeniyê hate lidarxistin.     Bi hevkariya Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê û Klûba Oz Kayapinar Sporê yên Şaredariya Peyasê, kursên avjeniyê li birkên Anzele, Kupelî, Dîcle û Firatê ên di bin banê şaredariyê de xebatên xwe dimeşînin, heftê heft rojan bi hezaran kes beşdar bûn.     Piştî bidawîbûna kursan, şahiyeke avjeniyê hate organîzekirin. Di vê şahiyê de Hevşaredar Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê, zarokên ku beşdarî kursên avjeniyê bûn û malbatên wan beşdar bûn. Hevşaredar Dundar di axaftina xwe de destnîşan kir ku di vî warî de daxwaza zarok û jinan a ji bo avjeniyê, ji bo avakirina tesîsên nû tê teşwîqkirin û wiha got: “Xebatên me di vî warî de bê navber û li gorî daxwazan dê berdewam bikin.” Şahî bi pêşbaziyên avjeniyê ku merasîma ji bo kesên bi serketin û xelat wergirtin bi dawî bû.     Bi hezaran zarok hatin qeydkirin     Li birkên ser wê vekirî ya Firatê û Dicle’yê, 4200 keç û xortên ku xwe qeyd kiribûn, perwerdeya avjeniyê wergirtin. Herwiha li birka ser wê girtî ya Kupeliyê jî, heftê du rojan bi pergala veguhestinê ji 500 Evlerê 500 keç û xortan perwerdeya avjeniyê wergirtin. Ji bilî vê, 250 xwendekarên ku li saziyên perwerdeyê yên şaredariyê kurs didîtin jî tevlî perwerdehiya avjeniyê bûn.     Jin û astengdar jî beşdar bûn    350 jinên ku beşdarî spora serê sibehê ya ku ji aliyê şaredariyê ve li tesîsên sporê û parkan tê kirin û jinên ji saziyên jinan; herwiha 50 zarokên astengdar jî bi birkên avê re hatin ba hev û avjenî kirin.