Ji bo perwerdehiya zimanê dayikê belavok hatin belavkirin 2025-09-09 21:02:34   WAN - Bi pêşengiya KURDÎGEH’ê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê belavok hatin belavkirin.   Bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd û Pêşxistina Ziman (KURDÎGEH) li Kolana Cumhuriyet a Wanê ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê belavok hatin belavkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Mahmut Dîndar û Zulkuf Uçar jî tevli çalakiyê bûn.   Li welatiyan belavok hatin belavkirin û balkişandin ser girîngiya ziman.