‘Komîsyona Di Avakirina Aştiyê de Jin û Hiqûqê’ xebatên xwe da destpêkirin 2025-09-11 17:59:34   MÊRDÎN – ‘Komîsyona Di Avakirina Aştiyê de Jin û Hiqûqê’ starta xebatên xwe bi hevdîtina li Mêrdînê da û di hevdîtinê de  wiha whate gotin: “Di gava hiqûqî ya tê avêtinê de,  bila  gotina jinan ya kirdeya pêvajoyê ne jî hebin. Têkoşîna demokratîk a jinan di vî alî de gelek girînge.”   Di 24’ê tebaxê de çarçoveya riyên demokratîk a çareseriya pirsgirêka Kurd de ‘Kokmîsyona Di avakirina Aştiyê de Jin û Hiqûqê’ hat avakirin. Komîsyonê starta xebatên xwe bi dirûşmeya ‘bê hiqûq çarserî bê jin hiqûq nabe’ li Mêrdînê da destpêkirin Gelek komele, platform, rêxistinên maf, partiyên siyasî û jin tevli bûn.   Di axaftina vekirinê de Ayla Akat Ata axivî û da zanîn ku pirsgirêka Kurd dikare bi riyên hiqûqî û demokratîk bê çarserkirin û divê jin di pêvajoyê de cih bigirin. Ayla Akat Ata da zanîn ku cihgirtina jinan a di pêvajoyê de û têkoşîna wan ya demokratîk gelek watedare. Ayla Akat Ata balkişand ser xesasiyeta pêvajoyê û da zanîn ku divê demildest derbasî pêvajoya ‘aştiya pozîtîf’ bibin.   Piştî axaftinan hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.