‘Ji bo bajarê jinan berdewamiya her tiştî girîng e’ 2025-11-10 09:06:40   AMED - Muzzeyen Akinci der barê bajarê jinan ku divê çawa bê avakirin de axivî û got: “Her tişt hat cerebandin. Her tişt hat kirin lê berdewamiya wê gelek girîng e.”   Di rojên borî de bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşmeya "Ber bi bajarê jinan" hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtina pêk hat de Hevşaredarên Partiya Wekhevî û Gelan (DEM Partî) û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl yên bajar tevli bûn. Di hevdîtinê de kesên cih girtin der barê ku divê bajarê jinan çawa be, kêmasiyên bajar çine û daxwazên jinan guhdarî kirin. Yek ji jinên tevli hevdîtinê bû endama Akademiya Jinan a Amedê Muzeyyen Akinci bû.   Muzeyyen Akinci diyar kir ku ji bo bajarê jinan bê avakirin divê binsezî amade be û got avakirina bajarê jinan qet ne zehmet e.   ‘Jinên li stargehan divê bên îstîhdamkirin’   Muzeyyen Akinci daxuyakirin ku xeyaleke wan ya bajarê jinan ku jin bikaribin li her qadê azad bijîn, bê tirs li kolanan bigerin, li her derê cihekî ku dikare jê ‘jin war’ bê gotin, heye. Muzeyyen Akinci ev tişt anî ziman: “Avakirina vê ne karekî hêsan e. Ev yek ji karê zehmet a cîhanê ye. Tecrubeyên xurt yên bajarên me û paşerojek wê ya xurt heye. Em jinên ji platformên jinan, partîbûna jinan, xebatên jinan û saziyên jinan têne ne. Her tişt hat cerebandin her tişt hat kirin. Lê berdewama wê girtîne. Ji bo berdewama wê pêk bê stargehên jinan yên girêdayê şaredariyan hatin vekirin. Wek stargehan divê ji bo jinên di stargehan de dimînin qadên îstîhdamê bên vekirin.   ‘Mînaka Kamboçyayê heye’   Muzeyyen Akinci destnîşan kir ku divê jin xwe neçarî tundiyê nebînin û ev tişt bi lêv kir: “Divê jin ji xwe pirsa ‘Min tundî dît ez hatim stargehê çend mehan mam û ji vir şûnde ez ê çi bikim’ bikin. Divê vê fikarê ji serê xwe paqij bike. Ji bo vê divê di alî aborî de li ser piyên xwe bisekine. Divê qadên ku dikaribin hilberînê bikin, îstîdamê hebin. Mînak xeyala me ya gundekî jinan heye. Mînakên vê li cîhanê hene. Mîneka Kamboçyayê heye. Jin hatine gel hev, xanî ji xwe re çêkirine. Li ser erdan sebze û fêkî çandine. Sewalên xwe xwedî dikin. Jin li wir ketine piştevaniyekê.”   ‘Avakirina bajarê jinan ne zehmet e’   Muzeyyen Akinci diyar kir ku avakirina bajarekî jinan ne zehmete û wiha bi lêv kir: “Ev divê ji dil pêk bê. Em dikarin xwe çawa bigihînin jinan, dema em xwe bigihîninê em ê çawa berdewam bikin, divê berdewama wê bê. Em vê wek peywir dibînin gelo divê em helwestek samîmî nîşan bidin. Komun gelek girîng in. Ev komun divê li ku derê bin, li şaredariyan, li parkan, taxan û gundan dikare bên amadekirin. Hewcedarî jinê bi hilberînê, bi pere heye. Tiştên min gotin xebatên girîng in. Divê em li ser sîteyên luks jî bisekinin. Li Riya 75’an li riya 50’an avahiyên mezin yên luks hene. Gelo ma qet pirsgirêkên van mirovan tune ne. Dema em bajarên jinan ava bikin em ê jinên li wir dijîn nebînin. Divê em dest bidin wan jî. Divê em di vê nokteyê de di alî zarokan de perwerdehiyê de tenduristiyê de dest bidin wan.”