Şaredariya Mûşê Meclîsa Jinan ava kir 2025-11-10 16:03:33     MÛŞ - Şaredariya Mûşê di civîneke çapemeniyê de damezrandina Meclîsa Jinan ragihand û da zanîn ku dê ber bi "komînbûna jinan" ve biçin.    Şaredariya Mûşê ya Partiya Wekheviya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) li salona konferansê ya şaredariyê civîna çapemeniyê li dar xist û avabûna Meclîsa Jinan ragihand. Hevşaredar Tuba Sayilgan, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek jin beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    Hevşaredar Tuba Sayilgan, axivî û diyar kir ku gavek ber bi "Komînbûnê" ve avêtine û got: "Em Meclîsa Jinan bi vî rengî digirin dest. Em daxwaz dikin ku ev Meclîsa Jinan dê bibe cihê çareseriya pirsgirêka jinan. Dê li vir ji bo jinan polîtîka bên afirandin û dê bibin deng, reng û keda jinan."    Piştî axaftinê Midûra Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariyê Işik Ronay Akman metna daxuyaniyê xwend û got: "Di nav şaredariyê de Lîjneyên Jinan, Koordînasyonên Jinan û Komîsyonên Wekheviyê ya Jin-Mêran hatin avakirin. Ev yek ji bo mîsogerkirina mafê jinan mekanîzmayên demokratîk in."   Civîna çapemeniyê bi çepikan bi dawî bû.