Jinan li Reqayê panel li dar xistin 2025-11-10 18:45:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Di paneleke diyalogê ya kantona Reqayê têkoşîna jinên Sûriyeyê di salên borî de ya ji bo avakirina Sûriyeya li ser bingeha wekhevî û edalet, hat pêşandan, hemwextî wê girîngî bi entegrasyona demokratîk ji bo misogeriya berdewama vê qonaxê hat dayîn.   Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê li kantona Reqayê li dar xist. Panel bi navê "Bi têkoşîna jina azad û entegrasyona civakî ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk" li hola Yekitiya Parêzan a navenda bajêr, bi amadebûna endamên saziyên sivîl û yên jinan û nûnerên partiyên siyasî, hat organîzekirin.   Di panelê de hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm mijara yekê ya li ser "Rola jinan di avakirina Sûriyeyê de" axivî. Meryem Îbrahîm got ku di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jin li pêş bûn û ji ber şer û hişmendiya zilamperestiyê rûbirûyî zehmetiyan bûn û îro jî wan xwe di hemû aliyên siyasî, leşkerî, aborî û civakî de îsbat kiriye.   Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Rêveberiya Xweser gihîşt cihê biryardayînê û êdî di damezirandina rêveberî û saziyan de beşdar dibe û hêmaneke bingehîn a avakirina mirovan û civaka demokratîk e.   Meryem di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku "Divê tecrûbeya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî bajarên Sûriyeyê were pêkanîn, ku yekitiya welat li ser bingehên edalet, wekheviyê û entegrekirina tevahî pêkhateyan di projeya neteweyî ya berfireh de misoger bibe."   Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinê ya PYD'ê Valantîna Ebdo jî mijara duyê ya li ser "Entegrasyona demokratîk a di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de" axivî.   Valantîna Ebdo anî ziman ku demokrasî ne tenê pergaleke birêvebirinê ye, lê rêbazeke jiyanê ya li ser aştî, azadî û rêzgirtina nasname û çandên cubicur e û got: "Têgîna entegrasyona demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye aloziyên dîrokî çareser dike û dikare bibe bingeha avakirina civaka demokratîk a rastîn."   Piştî mijarên panelê hatin xwendin û şîrovekirin deriyê nîqaşan vebû. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û got: "Entegrasyona demokratîk nayê wateya ku jin li ser hesabê mêr an jî mêr li ser hesabê jinê, bi pêş bikeve, lê ew tê wateya ku her du ber bi avakirina civaka demokratîk û hevseng ve herin. Demokrasiya rastîn li ser wekhevî û hevkariya civakî pêk tê."   Hêvîn Îsmaîl diyar kir ku jinên Ereb bi taybetî li Reqayê xwedî dîroka dirêj a di warê perwerde, çandinî û aboriyê de ne lê belê ew rastî siyasetên paşguhkirinê hatibûn.   Ji bo xurtkirina xebatê di hundirê Sûriyeyê de di dema bê de, Hêvîn Îsmaîl pêşniyar kir ku derfetên kar di warê tenduristî, çandinî û aboriyê de ji jinan re werin peydakirin û hevkariya civakî di navbera jin û zilam de were xurtkirin.   Di dawiya panelê de girîngî bi domandina têkoşîna fikrî û rêxistinî li dijî hişmendiya desthilatdar û xurtkirina entegrasyona demokratîk hat dayîn.