TJA'yê li taxan atolye li darxistin 2025-11-11 15:59:33     RIHA -TJA'yê bi armanca berfirehkirina hevgirtinê û rêxistinkirina li dijî tundiya li ser jinan, îro li taxên Nuqut û Mizar atolyeyên xwe berdewam kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25'ê Mijdar Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, ji bo jiholêrakirina tundiya li ser Jinan, li navçeyên Rihayê atolye û civînan bi jinan re li dar dixe. Atolyeyên ku ji bo xurtkirina rêxistinkirina jinan û xurtkirina hevgirtinê hatine destpêkirin, îro li taxên Nuqut û Mizar yên navçeya Sêwreg a Rihayê berdewam kirin.   Di atolyeyan de li ser cureyên tundiya li ser jinan, çareseriya tundiyê û çawaniya avakirina komunên jinan ji bo têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş hatin kirin. Di civînan de tekezî li ser pêwîstiya berfirehkirina torên hevgirtinê û avakirina têkoşînek hevpar li ser asta herêmî ji bo jinan hat kirin.