
Gulseren Yolerî: Mafê mirovan nikare bibe mijara bazarê
- 09:02 15 Gulan 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Gulseren Yolerî da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji aliyê rayedaran ve tên pişguhkirin û got: “Desthilatdarî vê dike mijara bazarê. Mafê mirovan nikare bibe mijara bazarê. Ji bo pirsgirêk ji holê bên rakirin divê her kes hestiyariyê nîşan bide.”
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û tevî rewşa nikarin girtî bimînin jî nayên berdan. Di 28’ê Nîsanê de Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora xwe aşkera kir û li gorî raporê 335 jê giran hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Di raporê de hat gotin ku ji van 161 heb jin in û 1251 jî girtiyên mêr in.
Cigira hevserokatiya giştî ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivî.
Gulseren Yolarî da zanîn ku ÎHD ji roja ava bûye der barê girtîgehan de xebatan dimeşîne û got: “Em binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi rayagiştî re parve dikin. Ji bo binpêkirin bên dîtin û çareserkirin, hewldanek me ya mezin heye. Bi taybet çend sernav dertên pêş. Di demên dawî de îşkence û pêkanînên nebaş pir zêde ne. Pirsgirêkên girêdayê tecrîdê dertên holê. Xwegîhandina edaletê, di wekheviya înfazê de cudakarî û gelekên din. Bi taybet xwegîhandina mafê tenduristiyê cihekî girîng digire. Li girtîgehan di alî dermankirinê de şert û mercên baş ên jiyanê de pirsgirêkên mezin hene. Rîska nexweşiyan zêde ye, pirsgirêka hîjyenê heye.”
Binpêkirinan vedişêrin
Gulseren Yolerî destnîşan kir ku 11 sal in bi rûniştinên ‘F’ balê dikşînin ser pirsgirêka girtiyên nexweş û wiha dirêjî dayê: “Girtî tevî nexweşiyên giran nayên berdan. Beşek girtiyên nexweş ji ber şertên girtîgehê bi nexweşiyê ketine. Girtiyên nexweşên giran tevî rewşa wan giran e nayên berdan. Yên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin hene. Agahiyên digihêjin rayagiştî bi sînor in. Binpêkirinên mafan tên veşartin.”
Hezar û 412 girtiyên nexweş
Gulseren Yolerî balkişand ser rapora di 28’ê Nîsanê de weşandine û wiha vegot: “Me di 28’ê Nîsanê de rapora xwe parve kir. Li gorî raporê 161 jin û 1251 girtiyên mêr bi giştî 1412 girtiyên nexweş hene. Ji vana 335 jê nexweşên giran in û jê 230 kes nikarin tenê jiyana xwe bidomînin. 105 jî ji bo jiyana xwe bidomînin hewce bi piştgiryê dibînin. 188 kes ji ber nexweşiyên xwe divê di bin kontrolê de bin û 515 kes jî tevî nexweşiyên wan hatine gotin jî ji ber xwe negîhandine raporan ji derveyê lîstiyê cih digirin.”
‘Jiyana girtiyan di bin tehdîdê ye’
Gulseren Yolerî di berdewamiya axaftina xwe de daneyên Wezareta Dadê yên di 2024’an de parve kiriye bi bîr xist û got: “Wezareta dadê dibêje di 11 mehan de 709 girtî ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber vê em dibêjin ku divê şert û mercên girtiyan li ber çavan bên girtin. Nexweşiyek biçûk neyê dermankirin dikare bi mirinê encam bibe. Ev pirsgirêkên em tînin ziman bi aşkera jiyana girtiyan tehdîd dike. Çareseriya pirsgirêkan di alî parastina mafê jiyana girtiyan de pêwist e.”
‘Nikare bibe mijara bazarê’
Gulseren Yolerî der barê pêvajoya li Tirkiyeyê dimeşe de jî axivî û got: “Di destpêkê de tespîtên Devlet Bahçelî yên der barê mafê hêviyê û tecrîdê de bûn mijara gotinê. Ev gav erênî bû. Di alî çareseriya hinek pirsgirêkan de ev gavek bi hêvî bû. Lê hinek tiştên em bi taybet tînin ziman hene. Mafê mirovan nikare bibe mijara bazarê. Di bin navê pêvajoyê de hevdîtinên tên kirin hene. Di pêvajoyê de em dibêjin mafê hêviyê mafê mirovahiyê ye. Nêzîkatiya desthilatdariyê ev e ku mafê mirovan dike mijara bazarê. Em wek parêzvanên mafê mirovan divê parastina mafê mirovan bixwazin. Li Tirkiyeyê pirsgirêk tenê di qanûnan de nîne. Di pêkanînêna qanûnan de jî pirsgirêk heye. Ji bo ev pirsgirêkên tên jiyîn ji holê bên rakirin divê di qada mafê mirovan de, qada hiqûqê de bername an jî plansaziya li meclîsê bê kirin.”