Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist

  • 14:55 18 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Girseya ji Mêrdînê ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin Amedê, ber bi Qada Şêx Seîd ve meşiya. 
 
Ji bo ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîmeke bîranînê ya girseyî tê lidarxistin. Girseya ku ji bo bîranînê ji Mêrdînê hate Amedê, bi dirûşma “Şehîd namirin” ber bi qadaê ve meş li dar xist. Di meşê de wêneyên Kaytan û Altûn hatin hilgirtin. 
 
Girse, di têketina Qada Şêx Seîd de tê sekinandin.