Dayikên Şemiyê: Dawî li bêhiqûqiya 31 salan bînin

  • 13:42 24 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê yên çalakiya xwe ya 1052’yemîn pêk anîn gotin, “Çend sal jî derbas bibin, em ê ji bo Mehmet Selîm, Hasan, Cezayir Orhan û hemû windayên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bixin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê li hev kom dibin û aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin bipirsin hatin gel hev, ji bo kiryar bên darizandin çalakiya xwe ya 1052'yemîn li dar xistin. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn, qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di dema binçavkirinê de hatin windakirin hildan. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên 31 sal berê di bin çavan de hatin windakirin hat pirsîn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizma windayan Besna Tosun ve hat xwendin.
 
‘Bêdengî hevkarî ye’
 
Besna Tosun, anî ziman ku windakirinên bi darê zorê ji bo civakê bînin rê hatine kirin û diyar kir ku windakirinên bi darê zorê di civakê de travma çêkirine. Besna Tosun wiha berdewam kir, "Divê perdeya dûmanê ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên berê bê rakirin, rastî bên ronîkirin û berpirsyar bi pêvajoyên darazê yên bi bandor bên cezakirin. Tenê bi vî rengî pêşî li dûbarebûna sûcên bi vî rengî dikare bê girtin. Tevî hemû astengiyan jî em kesên ku di bin çavan de hatin windakirin bi çalakiyên ku her sal di çarçoveya têkoşîna me ya aştiyê de zêdetir tên lidarxistin bi bîr tînin. Bi dengekî bilind parastina heqîqetê, gihandina edaletê û jiyana di nava aştiyê de erka me ya hem ji bo bîranîna windayan û hem jî ji bo pêşeroja civakê ye.”
 
'Dawî li bêhiqûqiya 31 saln bînin'
 
Besna Tosun bi bîr xist ku AÎHM’ê tespît kiriye divê dewlet ji binçavkirina du birayên hev ên bi paşnavê Orhan berpirsyar bê dîtin û got, " Di encama hewldanên malbatê û ÎHD’ê de hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan di sala 2003’an de li nêzî gundê Bagcilar ê Qulpê di goreke komî de hatine dîtin. Lê eqûbeta Cezayir Oarhan heta niha ne diyar e. Em bang li rayedaran dikin: Bila dawî li bêhiqûqiya ku 31 sal in dewam dike, bînin. Çiqas sal derbas bibin, em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo Mehmet Selîm, Hasan, Cezayir Orhan û  ji bo hemû windahiyên xwe dest ji têkoşîna edlaetê bernedin.”
 
‘Divê rayedar malbatên windayan paşguh nekIN’
 
Piştre Gamze Elvan nameya ku malbata Orhan ji bo çalakiyê şandibû xwend. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: "Dema ku em behsa aştî û wekheviyê dikin, divê rayedar guh bide malbatên windayan û aqûbeta kujerên windayên kiryar nediyar bê eşkerekirin. Daxwaza me ew e ku mafên hemû beşên civakê bi makeqanûnê bê cudahî bên misogerkirin."
 
Çalakî bi dayîna qurnefîlên li qada dorpêçkirî bi dawî bû.