
Jinên kurd ji cîhanê re bûn mînak
- 09:50 22 Hezîran 2025
- Rojane
Şehriban Aslan-Gulistan Gulmuş
AMED - Beşdarên konferansa jinan a li Amedê pêk hat, bal kişandin ser girîngiya konferansê û gotin, "Jinên Kurd bi têkoşîn, berxwedan û rêxistinbûna xwe li seranserê cîhanê bûne mînak. Niha, divê gavên bi rûmet ji bo azadiya jinan werin avêtin."
Platforma Yekitiya Jinên Kurd duh li Amedê di 21 û 22’ê Hezîranê de bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” roja yekemîn a konferansa xwe ya 3'yemîn li dar xist. Gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî konferansa ku li salona Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) hat lidarxistin bûn. Li salona ku konferans lê hat lidarxistin flamayên Kurmancî, Dimilkî, Soranî û Tirkî, "Jin jiyan azadî" û "Cinîye cuye azadî" hatin daliqandin.
Candan Uluer û Perihan Agaoglu yên beşdarî 3'yemîn konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bûn, derbarê wate, girîngî û armanca konferansê de nirxandin kirin.
'Em bawer dikin ku dê bêtir jin bigihîjin hev'
Candan Uluer da zanîn lidarxistina vê konferansê pir bi qîmet e. Candan Uluer ev tişt got: "Di vê pêvajoya aştiyê de, pir girîng e ku hemî jinên Kurd, ne tenê komek ji partiyek siyasî lê jinên ji hemî deveran bi hev re tiştekî bikin. Ger em bigihîjin bêtir jinan, ez difikirim ku em ê tiştên pir çêtir bikin. Her partî hewl dide ku tiştekî bike, lê bi gelemperî, ev konferans ji bo hemî jinên Kurd werin cem hev pir girîng e. Ez bawer dikim ku dê tiştên pir baş biqewimin, em bawer dikin ku dê bêtir jin bigihîjin hev û dê tiştên xweşiktir biqewimin."
'Konferans pir watedar e'
Perihan Agaoglu, ku delegeya konferansê bû, got, "100 sal in li çar deveran, bi taybetî li Bakur, êrîş hene. Ev êrîş bi taybetî li dijî jinên Kurd û gelê Kurd in. Ev xebatên xweser ên ku piştî banga aştî û demokrasiyê hatine kirin, dê azadiya jinan jî bînin. Ji ber ku civakek azad dê azadiya jinan jî bîne. Tundûtûjiya ku bi pergala baviksalar ve hatiye hunandin bandora xwe li seranserê Kurdistanê nîşan dide. Bi vî awayî, ev konferans pir watedar e. Ger pêvajoya heyî bi kûrahî were nirxandin, dê zemînek baş ji bo azadkirina civakê were afirandin. Têkoşîn, berxwedan û îradeya jinên Kurd derketiye pêş, ji duh heta îro jinên kurd dev ji têkoşînê bernedane."