
Konferansa sîstema hevserokatiyê dest pê kir
- 13:48 23 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê têkildarî konferansa sîstema hevserokatiyê dest pê kir. Kesayet û nûnerên rêxistin û saziyên siyasî û leşkerî yên Rêveberiya Xweser beşdarî konferansê bûne.
Konferansa taybet a der barê sîstema hevserokatiyê de li Parka Azadî ya Qamişloyê dest pê kir. Konferans ji aliyê Kongreya Star ve tê lidarxistin. Kesayet û nûnerên rêxistinên siyasî û leşkerî, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûne.
Li gorî komîteya amadekar dê di konferansê de perpektîfa Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) a der barê sîstema hevserokatiyê de, şêwe, girîngî û sedemên hevserokatiyê were xwendin û gotûbêjkirin.
Ev konferans di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongra Star ên ji bo gotûbêjkirina sîstema hevserokatiyê de hatiye lidarxistin.