
Di serde girtina malê de dayika girtiyê siyasî jiyana xwe ji dest da
- 15:41 19 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê zext û zordariya xwe ya li ser malbatên girtiyên siyasî zêde kiriye. Li Kirmanşanê di serdegirtina malê de dayika girtiyek siyasî jiyana xwe ji dest da.
Her ku diçe, êriş, gef û zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî û malbatên wan zêdetir dibe. Hate ragihandin ku hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê, bi awayekî tund bi ser mala girtiyê siyasî Pejman Toberêzî de girtin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, dayîka Pejman Ferîba Ehmedî ya xelkê gundê Bîlîvar a ser bi parêzgeha Kirmanşan ku nexweşiya penceşêrê lê hebû, di dema serdegirtina malê de ji ber zexta derûnî krîza dil derbaz kir û jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku hêzên rejîma Îranê ji bo binçavkirina birayê biçûk yê Pejman Toberêzî û lêgerîna çekan bi ser malê de girtin, lê tu belge û çek nedîtin.
Gorî heman agahiyan, Merasîma spartina xakê ya cenazeyê dayika Pejman di bin çavdêriya hêzên Wezareta Îtlaata Îranê de hate lidarxistin da ku rê neyê dayîn kes dirûşme bilind bikin û xwepêşandanan bikin. Heta gef li malbata wî xwarin ku sedema mirina wî bi êrişa hêzên ewlehiyê ve girê nedin. Li aliyê din Nexweşxaneya Îmam Riza dibin zextan de sedema mirinê wek ji ber penceşêrê ragihand.
Girtiyê siyasî Pejman Toberzî yê 32 salî xelkê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye. Pejman beriya demekê ji girtîgeha Evîn ji bo girtîgeha Feşafoye ya li bajarokê Rey a ser bi parêzgeha Tehranê hatibû veguhestin. Ew ji ber nexweşiya xwe ya dil di bin zexteke giran de ye, lê rayedarên girtîgehê rê nadin xizmetên bijîşkî wer bigire. Pejman ji ber çalakiyên xwe yên sivîl û îdeolojîk çend caran hatiye binçavkirin û malbata wî di bin dorpêçeke giran deye.
Hêjayî gotinê ye ku ev bûyer nîşana zextên sîstematîk ên rejîma Îranê yên li ser malbatên girtiyên siyasî ye ku hîn jî rastî tacîz, gef û girtinê tên. Ev rêbazek ya çavtirsandinekê ji bo civaka Kurd û Îranê ye ku dengê nerazîbûnan bitepisînin.