Rojnameya Naîz nameya 88 Xelatgirên Nobelê weşand

  • 14:00 25 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojanameya Naîz a ku li welatê Bask weşanê dike, nameya 88 Xelatgirên Nobelê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd, bi raya giştî re parve kir.
 
Di nûçeya Naîzê de hate diyarkirin ku nameya 88 Xelatgirên Nobelê ya Aştiyê, bal dikişîne ser tecrîda 26 salan a Rêber Apo û di nameyê de bang li saziyên mîna Konseya Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku li gorî biryara 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigerin.
 
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Xelatgirên Nobelê saziyên Ewropayê rexne kiriye ku di dosyaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pasîf dimînin û ji bo “rakirina cezayê muebeda girankirî” û li ser esasê “mafê hêviyê yê têkildarî mafê jiyanê” banga bi erka xwe rabûnê hate kirin.
 
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Xelatgirên Nobelê bi vê bangê mudaxileya sêyem li rewşa Rêber Apo kirine. Naîz ragihand ku di nameyê de îşaret bi rola Rêber Apo ya di pêvajoya aştiyê de hate kirin.
 
Nameya ku ji aliyê 88 Xelatgirên Nobelê ve hatî amadekirin; ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê, Serokê DMME’yê û CPT û hemû saziyên navneteweyî ya ku Tirkiye endamê wê ye re, hate şandin.