Ji bo aştiyek bi rûmet banga têkoşînê

  • 09:04 8 Tebax 2025
  • Rojane
STENBOL - Rêvebera DEM Partiyê Gîzem Kuzuk da zanîn ku ligel ku PKK’ê çek danîn hîna jî dewletê gav navêtiye û ji bo aştiyeke bi rumet banga yekitiyê kir.
 
Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir şûnde PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî û biryara feshê da. Di 11’ê Tîrmehê de jî li bajarê Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk anî. Li hember vê hîna dewletê gavek şênber navêtiye.
 
Endama Partiya Wekhevdî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Gîzem Kuzuk der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Divê dewlet gavên şênber bavêje’
 
Gîzem Kuzuk da zanîn ku gava PKK’ê ya berdana çekan di alî Tirkiyeyê de pêvajoyek girînge û got: “Divê dewlet jî gava şênber bavêje û ev di alî samimiyetê de gelek girînge. Li ser banga Birêz Ocalan PKK’ê gavavêt. Ev jî nîşaneya ku çiqas bi biryarin e. Ev ne pêvajoyeke yek aliye. Divê dewlet jî heman cidiyetê nîşan bide û gavê bavêje.”
 
‘Bi gel re dibe sedema fikaran’
 
Gîzem Kuzuk destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangek bi nirx e û got banga Abdullah Ocalan deng daye. Gîzem Kuzuk wiha anî ziman: “divê di serî de gelê Kurd û hemû gel xwedî li bangê derkevin. PKK’ê bi merasîma pêk anî îspat kir ku xwedî li bangê derdikeve.Divê siyaseta demokratîk bibe navenda çareseriya pirsgirêkan. Divê yek alî nemîne. Dewlet jî gavan bavêje. Di alî ewlehiyê de bi gel re fikar çêdibin.”
 
‘Divê pêkanînên demokratîk hebin’
 
Gîzem Kuzuk daxuyakirin ku ji bo pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin divê ewlehiya qanûnî bê avakirin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoyên berê de ji ber gel daxwaza aştiyê kirin bedelên cidî dan. Mirovên ji bo aştiyê berxwe didin, serî natewînin lê divê zemîna qanûnî bê avakirin. Pêkanînên dijdemokratîk pêvajoyê dike zorê. Divê demildest dest bi pêkanînên demokratîk bê kirin.”
 
‘Baweriya jinan a bi aştiyê hîn xurtir bû’
 
Gîzem Kuzuk bi lêv kir ku jin her tim pêvajoyên aştiyê de pêşeng bûne û yên herî zêde xwedî li banga Abdullah Ocalan derketine dîsa jinin. Gîzem Kuzuk wiha dawî lê anî: “Yên herî zêde ji şer bandor dibin jinin. Qetilkkirinên jinan derketiye asta herî jor. Şer her tiştî dijwar û gûrtir dike. Jin di vî alî de ji bo jiyan û civakê têdikoşin. Bêyî jinan ne pêkane em behsa aştiyê bikin. Mirovan ji bo aştiyê bedelên mezin dan. Divê kes ji aştiyê netirse. Aştî hêvî û destkeftîne. Divê em bi hev re aştiyê bihûnin.”