Înşakirina pergala civakî (5)

  • 09:07 9 Tebax 2025
  • Dosya
 
Derxistina jinan a ji kirdebûna civakî 
 
Melek Avci 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seranserê dîrokê hewl hat dayîn jin bê çewisandin; deng, reng û rola wê bê tunekirin. Ev dengê ku dîroka nivîskî çewisand, jinan bi hevkariya çanda devkî da jiyîn. Ji dema Sumeran heta îro, jin bi riya çanda devkî çawa li dijî vê çewisandinê berxwe dan. 
 
Seranserê dîrokê jin di hilberînê, jiyana civakî, têkiliya bixwezaye re, zanabûn, welidîn û şifayê de rolen girîng lîstiye. Ji serdema neolîtîkayê ve jin wek kirdeya civakî di pozîsyonek girîng de cih girtiye. Lê ev pozîsyona xurt bi pêşketina demê re bi mudaxaleyên îdeolojî, aborÎ û siyasî hatiye çewisandin. 
 
Jin ji fîgura pîroz a derxistine û kirine parçeyek malê taybte û rola zana a jinê bi awayekî sîstematîk nehatiye dîtin. 
 
Di vê beşa dosya xwe de em civaka komunal neolîtîk a jinê di navenda wê de cih girtiye û ev di dîrokê de çawa hatiye tunekirin digirin dest. 
 
Civaka komunal neolitîk û rola jinê 
 
Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wiha pênase dike: “Kolekirina jinê destpêka dîroka şaristaniyê ye. Azadbûna jinê jî qonaxa nû ya şaristaniyekê ye.” Ev nirxandin ne tenê şikestina dîrokê ye, heman demê de nîşaneya têkçûna onkolojîk, çandî û siyasiye.  
 
Serdema Neolîtîkê, dema ku hêza jinê ya damezerîner bû. Di vê serdemê de jinan di navenda jiyanê de cih girtine, hêza esas a civak, hilberînê ye. Li gorî Abdullah Ocalan ev dem dema herî etîk û adîlane ya civakiye.  Bidawîbûna vê serdema ku jin herî zêde xurt bû, darbeya herî mezin a dîrokiye. 
 
Tasfiyekirina zanîna jinê 
 
Zanabûna jinê bi şaristaniya Sumeran re rastî şikestinê tê. Ev sikestin ne tenê statuya jinê, nêrîna civakê ya bixwezayê re jî ji kokê diguhere. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Êrîşa mezin a desthiladariyê, berê xwe daye jinên rahîbe yên Sumer. Zanîna jinê ya di peresgehan de hatiye çewisandin, derbasî sazîbûna xwedayên mêr hatine kirin.” 
 
Ji dayika xwedavend ber bi xwedayê mêr ve 
 
Dema Beriya Zayînînê 10.000- Beriya Zayînê 5000 fîgura jinê bi berket, çavkaniya jiyanê û welidînê dihat pîrozkirin. Jin hilberîner û damezrînere. Lê beriya Zayînê salên 4.000’î de  bi şaristaniya Sumeran re xwedayên mêr derdikevin pêş. Jin di plana duyem de tên hiştin û bi xwedayên mêr re tên zewicandin. Jin ji van fîgurên pîroz tên derxistin û li perestgehan wek xizmetkar tên bikaranîn. Zanabûna jinê bi têgeha ‘fahîşeya pîroz’ ji nûve tê pênasekirin û dikin bin kontrola xwe. 
 
Ji Xwedavendiyê berbi xizmetkariyê 
 
Beriya Zayînê dema 3000-1500’î de ji Sumera heta Babîlê, alavên hilberînê veguherîn malê taybet û jin jî teşeyê malê taybet digire. Jin dikeve bin kontrola mêr û Beriya Zayînê 1800 û 500’î de pergala hiqûqê jinê ne wek şex, wek namûsa mêr pênase dike. 
 
Bilindbûna olên yek xweda 
 
Di dema Beriya Zayînê 500-Piştî Zayînê 600’î de bi bandora olên yek xweda Musevîtî, Xiristiyanî û Îslamiyetê  jin ne wek parçyek xwezayê, wek çavkaniya gûneh tê binavkirin.  Fîgura ‘jina serîtewandî’ derdikeve pêş. 
 
Dagirkirina jinê: Dema modern 
 
Piştî sedsala 16’an şûnde jin ne tenê di malbatê de di pergala aboriyê de jî tê kolekirin. Bi kapîtalîzmê re, keda jinê nayê dîtin û bedena jinê dikin alav. Jina hepsê malê tê kirin, di piyasê de wek hêza kar a erzan tê dîtin. 
 
Abdullah Ocalan di vê mijarê de wiha dibêje: “Jin malê mêr e. Teşeyê mal yên li ser wê hatine avakirin, hem hîmê malê taybet, hem jî ya dewletê ye.” 
 
Şaristaniya Sumeran çima qonaxa girîng e? 
 
Dema Sumeran de jin ji kirdebûna civakî tê derxistin. Sumer yekem dewleta bajar a dîroka mirovahiyê ye. Pergalê hiqûqa nivîskî ya yekem, faliyetên çandiniya organîze û teşeyên rêveberiya burokratîk pêş dikevin û mînaka dewletbûna serdestiya mêr ava dibe. Ev ne tenê teknolojîk, guherîna îdeolojîk û civakiye jî. Abdullah Ocalan ji ber vê Sumeran wek ‘yekem navenda ku jin ji kirdeya civakî derxistiye’ pênase dike. 
 
Avakirina civaka bê jin 
 
Di tabletên Sumeran de peymanên zewacê hene û ev mafên mêran û jin çawa dikevin bin kontrolê dihewîne. Jin di vir de ne wek kes, wek alav tê dest girtin. Di qeydê perestgehan de jin ji derveyê hilberînê tê girtin, bi karê malê, welidîn û xizmeta perestgehê tê sînorkirin. Jinên li perestgehê peywirdarên di statuya nadîtu de ne. Jinên Nadîtu nikarin bizewicin, zarokan naynin dinê û xwedî mafên bi sînorin. 
 
Belgeyên qanûnî yên ji Sumeran mane 
 
Koleksiyona qanûnan a Sumeran, Qanûnên  Ur-Nammu(BeriyaZayînê 2100) û Qanûnên Lîpît-Ishtar (Beriya Zayînê 1930) der barê statuya jinan a civakî de sererastkirinên zelal dihewîne. Di van belgeyan de jin wek mal û milk û fîgura serîtewandî cih digirin.  
 
Daketina binê erdê ya Înanna  
 
Di mîtolojiya Sumeran e yek ji fîgura ku zanîna jinê û hêza jiyanê nîşan dide Înanna, demên ewil de Dayika Xwedavend a zanîn û jiyanê ye. Lê piştre xwedayê mêr Enkî, hêza rêveberî û zanînê ji dest digire. 
 
Li dijî nivîsa Sumeran jinan bi çanda devkî berxwedan meşand 
 
Îcada nivîsê di çewisandina rola jinê de nokteyek şikandinê ya mezine û jinan li dijî vê zextê bi çanda devkî berxwe da. Yên ku nivîs dîtin û zanîna jinên tune kirin Sumer bin jî, jinan bi gotinê,zanîna xwe domandin. 
 
Di çanda devkî de veguherîna ‘Dayika Xwedavend’ 
 
Beriya Sumeran û demên piştî wê, guherîna di çanda devkî ya fîgura ‘Dayika Xwedavend’, vê berxwedanê nîşan dide. Mînak, fîgura Înanna\Îştar di metnên nivîskî de ji aliyê xwedayên mêr ve tê çewisandin; lê di vegotinên gel de  ew wek jinek pîroz ya  zana, tê jiyankirin. Ev vegotinên devkî, tevî ola fermî, rola damezrîner a jinê di hişan de zindî dihêle. 
 
Veguhezkariya zanîna jinê: Lorîn û stranbêj 
 
Yek ji qada berxwedanê ya herî girîng a çanda devkî lorînin. Lorîn, tenê şînê îfade nake, heman demê de hişê kolektîf, zanîn û şahidiya dîrokê ya jinan jî îfade dike. Li Mezopotamyayê lorînên ji bo fîgurên jin yên Nînlîl, Nammu û Enheduanna tên gotin  ne tenê şîna şexsan, şîna cihê dîrokî yê jinan jî digire. 
 
Di çanda devkî ya Kurdî de jinên dengbêj, dengê berxwedan û dîroka çewisandine.  
 
Di çanda devkî de piştevaniya jinê 
 
Jin çewisandinê bi hişê kolektîf zindî dihêlin. Meclîsê jinan dibin navenda vegotinên devkî. Jinên dengbêj, bi gotin, stran û çîrokan li ber civakê dengê jinê ji nû ve hildiberînin. Ev ne tenê vegotineke; heman demê de teşeyê hebûna jinê a di qada civakî de ye. Derxistina jinan a ji kirdebûnê, ne tenê qanûnan, rêbazên cuda vegotinan pêk tê. Lê çanda devkî li dijî vê çewisandinê, sekna herî berxwedêr a kevnare.  Çanda devkî ne tenê ‘dengê paşerojê ye’. Heman demê de destpêka civakîbûna jinê ya ji nûve tê avakirinê ye.