Konfederalîzma demokratîk a jinên cîhanê

  • 09:03 15 Tebax 2025
  • Jineolojî
 
"Guherînên mezin ên civakan  enamca krîzên wek koasê ne. Ji kaosê derketin û ber bi azadiyê ve çûyîn, bi şoreşa jinan pêkan e. Çawa ku koletiya jinan koletiya herî giran e, şoreşa jinan jî şoreşa herî kûr a azadî û wekheviyê ye." 
 
Çîçek Solmaz 
 
Serdestiya mêr a ku binpêkirin û koletiya jinan afirand û li civakê belav kir, li her qadê rewşa krîz û kaotîkbûnê di nav xwe de dihewîne. Kapîtala fînans û hegemonya kapîtalîst, di vê astê de krîza pergalê nîşan dide. Sedemên vê krîzê derdixe holê jî qetilkirina xwezayê, ekolojiyê, betaliya roj bi roj mezin dibe, xizanî, hegemonîkbûna fînansa kapîtal û her wekê dinin. Li dijî van geşedanan berxwedana jinan jî pêş dikeve. 
 
Di demên krîzan bi darbeyên totalîter-faşîts nava hev de pêş dikevin. Rejîmên faşîzmê, bi taybet li cihên wekî(Tirkiye, Belarus, Brezîlya, Fîlîpîn) têkoşîna  edalet, azadî û demokrasiyê bi pêşengiya jinan pê pêk tê. Di vê dema ku derftek dîrokî ya ku guherîn pêk bê heye, têkoşîna bi pêşengiya jinan gelek girîng e. 
 
Tevgerên jinan, demokratîk û ekolojîk, ji bo guherînên mezin dikarin avabûnên mezin demdirêj derxin holê. Guherîna şoreşî ya azadiya civakî û jinê bêguman pêkan e. Di vî alî de jin, dema herî krîtîk a dîrokê dijî. 
 
Di vê krîz û kaosa kapîtalîzmê de ya ku hêviyê dide berxwedana jinan e. Di vê astê de rastiya jinê hatiye dîtin. 
 
Sedsala 21: Serdema şoreşa jinê 
 
Pirsgirêka azadiya jinê çavkaniya hemû pirsgirêkan e. Têkoşîna jinan rolek mezin dilîze. Têkoşîna azadiya jinê ne tenê têkoşîna zayendî, tevgereke civakî ya berfireh e. Têkoşîna azadiya jinê ji têkoşîna tevgerên din cuda ye û berfireh e.  
 
Di vê serdemê de jinan rastiya xwe nîşan dane, azadiya xwe pêk anîne û derfet jî bi xwe re anîne. Jin ji her demê zêdetir gihiştine. Lê em behsa çareseriyek çawa dikin? Azadî û wekhevî wê çawa pêk bê? Wê qanûn pêk bînin?  Bi mafên nû yên jinan wê pêk bê? Guherînên li ser kaxizan tenê xeyalperestî ne. Hre wiha di roja îro de li seranserê cîhanê lihember azadî û mafê jinan êrîşek global heye. 
 
Guherînên mezin ên civakan  enamca krîzên wek koasê ne. Ji kaosê derketin û ber bi azadiyê ve çûyîn, bi şoreşa jinê pêkane. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî giran e, şoreşa jinê jî şoreşa herî kûr a azadî û wekheviyê ye. 
 
Em li her derê cîhanê dinêrin, ji Rojava heta Arjantîn, ji Ispanyayê heta Hîndîsanê, ji DYA û heta Sudanê berxwedana jinan her diçe mezin dibe û ev serdem bi rastî jî serdema jinê ye. Lê ev bilindbûna di têkoşîna jinê de tenê aliyekî madalyonê ye.Aliyê din yê madalyonê êrîşên sîstematîk yên lihember jinan e . Li dijî vî şerî sekn û ji bo veguhertina serdemê şoreşek jinan pêwiste. Gelek têgehên şoreşê hene. Ji bo me şoreş bersiva pirsa ‘jiyan çawa be?’ye. Ji bo rakirina zîhniyeta serdets ya mêr têkoşînek bê navber û radîkal pêwist e.  Li her qadê divê jin ne aydê kesî bin, divê tenê xwe bûn bin. 
 
Şoreşa jinan pirsgirêka azadiyê ya mêr jî çareser dike. Guhertina zîhniyeta mêr jî bi şoreşa jinan pêkan e. Şoreşa jinan, di dîroka şoreşan de qonaxek nû teşkîl dike. 
 
 Serdestî, binpêkirin û zextên li ser jinan hatine pêşxistin, di dîroka şaristaniyan de bi awayekî kumulatîf ji aliyê destilatdaran ve hatiye meşandin û ji ber vê jî di roja îro de lêgerîneke bi kok a azadiyê ferz e. Di sedsala 21’ê de li dijî her cureyê qirkirin, binpêkirin, faşîzm, nîjaderpestî, talan xweza û jiyanê, têkoşînek berfireh pêwist e. Bi şoreşek jinan dikare ev teşeyên binpêkirin û desthiladarî ji holê bên rakirin. Ji bo em vê teza xwe şênber bikin, îdiayên xwe yên ku bi şoreşa jinan dikare pêk bê wiha rêz dikin; 
 
1-Pirsgirêkên esas yên civakî, bi serdestiya mêr a li ser jinan ava bûne. Serdestiya xwezayê, têkiliyên binpêkirinê yên netewî, çînî, pirsgirêkên ahlaq-moral, ev model bi teşe kiriye.  Di vî warî de, analîzên desthilatdarî, dewlet û şaristaniyê yên li ser jinan-navendî bêtir rastiyê rave dikin.  
 
2-Binpêkirina ewil li ser ked û bedena jinan hatiye kirin. Ev binpêkirin heta îro berdewam kiriye. keda jinan bê nirx hatiye hiştin û ev diziya kedê piştperde hatiye hiştin. Azadbûna rih, beden, keda jinan şaristanî û pergala kapîtalîst dihejîne. 
 
3-Şer-mîlîtarîzm îfadeya tundî û zexta li ser jinan ya mêr e. Hevkariya pergala serdest ya mêr xwe dispêre şer, tundî û terza ziyaset û rêveberiyê. Jin çareserî û siyaseta demokratîk temlîs dikin. Bandora tevgera azadiya jinan ya di siyasetê de, esasa siyaseta demokratîk û çareseriya pirsgirêkan esas digire. 
 
4-Têkiliyê di esasa hegemonîk de krîz, alozî û cînayetan derdixe holê. Ev jiyana jin û zarokan tehdî dike. Di esasa hevjiyanê de ku wekhevî û azadiya her du zayendan esas digire, divê jiyanek nû bê avakirin.  Divê têkiliya mêr-jinê ji têkiliya zayendî derkeve û di esasa zanist, felsefe, siyasî û çandî de pêş bikeve. Ev wê çareseriyên mayînde pêk bîne. 
 
5- Malbat hucra şaristaniya dewletî ya îdeolojîk e. Malbat alava herî bi bandor a desthilatdarî û dewletan e.  Saziya malbatî ku di serdema me de krîzek mezin dijî, bi guhertina wê, wê gelek pirsgirêkên civakî jî bên çareserkirin. 
 
6-Zayend wek afyona kapîtalîzmê li dijî civakan tê bikaranîn. Alavkirina jinan, her tim di bin çanda tecawizê de jiyîn, bandor li ser hilweşînên mezin kiriye. Di Fuhuş, porno, sektorên wek vê de bi mîsyonan jin, zarok û mêr wek kole tên bikaranîn û kapîtalîzm qezencên mezin bidest dixe. Dema zayenperestî ji desthilatdarî û kapîtalîzmê bê rizgarkirin wê veguhezkariyek mezin a çandî jî pêk bê. 
 
7-Zêdebûna nifûsê ji ber ku dewlet, mêr û ol  jinan wek fabrîqeya zarokan dibîne pêk tê.  Ev çand jinê, civak û xwezayê tehdî dike. Pêşxistina feraseteke welidînê ya ku biryara jinan têde heye wê çareseriyê pêk bîne. 
 
8-Têkiliya mirov-xwezayê di destpêkê de xweza bi jinê, dayikê, wek parçeyek mirovahiyê dîtin pêş ketiye. Ya ku rê li xerabûna vê têkiliyê vekir serdestiya mêr e. Bi nêrîna jinan ji nû ve avakirina têkiliya xweza-mirovahiyê wê çareseriyê jî bi xewe re bîne. 
 
9-Zanîn bi hevkariya desthilatdarî û sermayê, ji rewakirina kapîtalîzmê û şaristaniyê re xizmetê dike. Dîroka zayendperestiyê tenê jin ji nedîtî ve nehatiye, pêşketina dîrokî berovajî kiriye û pergala binpêkirinê rewa kiriye. Nêzîkatiya ku nêrîna jinan esas digire wê di şoreşa paradîgmayî ya zanistî de rolek girîng bilîze. 
 
Nîşe: Hefteya pêş berdewama nivîsê wê bi sernavê ‘Xwegîhandina Asta Sîstematîk a Têkoşîna Azadiya Jinê’ bê weşandin.