Welatiya Bahayî Venus Maqsûdî hat binçavkirin

  • 13:17 12 Mijdar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên ewlehiyê li Urmiyeyê, bi ser mala welatiya Bahayî Venus Maqsudî de girtin û ew binçav kirin.
 
Hêzên Ewlehiyê li Urmiyeyê, bi ser mala welatiya Bahayî Venus Maqsudî de girtin û wê binçav kirin birin cihekî nediyar.
 
Rayedaran di dema serdegirtina malê de bi tundiyê Venus Maqsudî binçav kirin. Di dema lêgerînê de dest danîn ser alavên şexşî yên Venus Maqsusî û telefonên mêvanan. Mala dayîka Venus Maqsudî ya naxweş ku di qata jêr de bû jî lêgerîn kirin.
 
Der barê cihê ku birine û sedema binçavkirina Venus Maqsudî de tu agahî nehatin bidestxistin.