Dadgeriyê gumanbarê destdirêjiyê bê ceza hişt 2025-07-23 09:06:12 Medîne Mamedoglu   MÛŞ-Dadgeriyê cezayê muebeta giran ê gumanbar Kazim Altinmakas ê Fatma Altinmakas qetil kir, erê kir. Parêzer Rûken Guven wiha got: “Her çiqas ji dosyaya ceza biryar derketibe û hatibe erêkirin jî em dibêjin ku divê gumanbarên dosyaya destdirêjiyê ceza bigirin û bên darizandin.”   Li navçeya Milazgîr a Muşê, Sînan Altinmakas destirêjî li Fatma Altinmakas kir û rojek şûnde Kazim Altinmakas ê pê re zewicandibû Fatma Makas qetil kir. Di doza Fatma Altinmakas de biryara dadgeriyê hat aşkrakirin. Dadgeha Ceza Giran a Panosê der barê qetilkirina di 14’ê Tîrmeha 2020’î de pêk hat de di 3’yê Mijdara 2022’yan de li Kazim Altinmakas ji sûcê ‘plankirî qetilkirina hevjîn’ cezayê muebeta giran birî. Ceza ji aliyê Yekemîn Daîreya Ceza Dadgeriyê ve hat erêkirin. Daxwaza parêzerên gumanbar a temyîzê jî hat redkirin.   Dadgeriyê biryar erê kir   Dadgeha Ceza Giran a Panûsê, parastinên gumanbar ên ji bo xwe ji sûc xilas bike kir, red kir û got sûc sabît e. Ceza li Dadgeha Îstînafê, piştre jî ji aliyê Yekemîn Daîreya Ceza Dadgeriyê ve hat erêkirin. Daxwaza temyîzê jî hat redkirin.   Endama Lijneya Rêveberiya navenda Mafê Jinan a Baroya Mûşê parêzer Rûken Guven biryar nirxand û da zanîn ku encambûna doza qetilkirinê girîng e lê gumanbarên di dosyaya destdirêjiyê de hîna nehatine cezakirin.   Gilî kir roja din hat qetilkirin   Di 13’yê Tîrmeha 2020’î de Sînan Altinmakas ku birayê hevjînê Fatma Altinmakas bû de destdirêjî li Fatma Altinmakas kir. Fatma Altinmakas serî li qereqolê da. Lê ji ber Tirkî nizanibû dema îfade da gazî wergervan nekirin. Ji ber vê jî tundî û destdirêjî neket girtekan.   Gumanbar Sînan Altinmakas heman rojê hat berdan û roja din gumanbar Kazim Altinmakas, Fatma Altinmakas qetilk kir. Piştî bûyerê di lêpirsîna destdirêjiyê de serdozgeriya komarê ya Milazgîrê bi hinceta ‘qelsiya delîlan’ biryara neşopandinê da.  Îtîrazên ji bo vê biryarê hatin kirin jî hatin redkirin.   ‘Gumanbarê destdirêjiyê bê ceza hat hiştin’   Parêzer Rûken Guven da zanîn ku ji bilî gumanbar Kazim Altinmakas gumanbarên din bêceza hatine hiştin û wiha got: “Fatma Altinmakas bi hinceta ‘toreyê’ hatiye qetilkirin û wiha got: “Tevî ku der barê vê de delîl û îfadeyên şahidan hebû jî gumanbarê destdirêjiyê bê ceza hat hiştin. Di vê dosyayê de gumanbar Kazim Altinmakas ceza girt û ceza hat erêkirin. Lê kesên din ên di dosyayê de hebûn nehatin cezakirin. Lêpirsîna destdirêjiyê qels ma. Bi neşopandinê encam bû. Îtîrazên hatin kirin jî hatin redkirin. Ev biryar pêşiya bêcezahiştinê vedike. Her çiqas biryar ji dosyayê derketibe jî em dibêjin ku divê hemû gumanbar ceza bigirin. Em ê şopdarê dozê bin.”