Darizandin bi lez tên kirin

  • 09:06 28 Gulan 2025
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Mîna Rana Kahrmanoglu der barê doza Narîn Guran de axivî û got: “Em her tim dibêjin, pergalek edaletê ya zarokan esas digire hebûna me neha vê nediaxivîn. Wek STK me yê evqas gazinc nekiriba.”
 
Zaorka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çulî ya Rezan a Amedê winda bû û 19 rojan şûnde cenazeyê wê hat dîtin. Der barê bûyerê de doza duyemîn hatibû vekirin û sêyemîn runiştina dozê 2’yê Gulanê de li 17’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin.
 
Di dozê de Bîrsen Guran, Fuat Guran, Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, pismamê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran, Mehmet Selîm Atasoy girtî tên darizandin. Şeyma Kaya, Heydiye Guran, apên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtululş û Omer Faruk Guran û sê zarok jî beyî girtin tên darizandin.
 
Mutalaya borî  ji bo 15 gumanbaran ji 6 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê hat xwendin. Heyeta dadgehê runiştin taloqî 30’ê Gulanê kir.
Koordînatora Hiqûqê ya UCÎM’ê parêzer Mîne Rana Kahramanoglu ku doz şopand, nirandin kir.
 
Mîne Rana Kahramanoglu got bûyera Narîn Guran li Tiriyeyê deng daye û got: “Ji bo me her dosya wek ya Narîn Guran girînge. Em bi ekîba xwe re dema zarokek winda dibe, mirin an jî îstîsmar çêdibe bi heman hesasiyetê nêz dibin. Me texmîn nekir doza Narîn Guran wisa mezin bibe. Dema winda bû me got wê bê dîtin. Beriya Narîn Guran doza Leyla Aydemîr jî hebû. Ew jî bi heman rengî bû.”
 
‘Darizandin bi lez tên kirin’
 
Mîne Kahramanoglu wiha dirêjî ayê: “Heta roja ku cenazeyê Narîn Guran hat dîtin me mijar nîqaş kir. Piştre hema dest bi darizandina gumanbaran kirin. 4-5 rojan berdewam kir û darizandin pir lez hatin kirin. Her çiqas bê rexnekirin jî em rast nabînin ku dozên zarokan wisa lez bê meşandin. Ger delî hemû hatibin komkirin, qeyd û rapor hatibin girtin em rast dibînin. Sedema vê ev e: dozên zarokan di wijdana rayagitşî de dozên ku mirovan nerehet dike ne.  Wek tê zanîn cara duyemîn darizandinek bi lez hat kirin.  Runiştin taloqê 30’ê Gulanê hat kirin.”
 
‘Fêdeya STK’yan ji bo van dozan heye’
 
Mîne Kahramanoglu balkişand ser girîngiya STK’ayan û wiha got: “Em girîngiya STK’yan her tim tînin ziman. Parêzerên gumanbaran dibêjin fêdeya STK’yan ji runiştinê re tune ye. Berovajî vê gelek fêdeya wê heye. STK li alî zarokan e. Gelo çi gumana vê heye? Ne guman, fêdeya wê pir mezine. Di DMME'yê û peymanên navneteweyî de der barê tevlibûna STK’yan de gavên gelek girîng hene. Dibêjin ku ne tenê ASP, di heman demê de STK jî divê tevli dozan bibin.Me wek UCÎM li Tirkiyeyê ev biser xist.”
 
Mîne Kahramanoglu wiha dirêjî dayê: “Me di dema darizandinê de dît ku gelek delîl hatine veşartin. Civak dixwaze çi hatiye kirin bizanin. Lê di gelek dosyayan de ev ne pêkane. Ji ber delîl tên reşkirin. Hevkarî heye. Di doza duyemîn de wê biryara dosyayê bê dayîn. Em her tim dibêjin, ger ku pergaleke edaletê ya li alî zarokan hebûya me yê îro ev neaxiviyana. Me yê wek STK evqas gazinc nekiriba.”