DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşînê heye 2025-06-16 16:12:12     AMED - Di encamnameya PM’a DBP’ê de hate diyarkirin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê pêşeroja hevpar a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn diyar bike û wiha hate gotin: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî, hewcehî bi têkoşîneke bibiryar heye.”    Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encamnameya civînên xwe yên di 14-15’ê Hezîranê de li Amedê li dar xistî, aşkera kir. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê pêşeroja hevpar a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn diyar bike. Hat destnîşankirin ku di civînan de li ser xeta çalakiyan a serdema nû nîqaş hatine kirin. Bi domdarî hate gotin ku di avakirina civaka demokratîk de jin ne tenê kirde ne, di heman demê de hêza avaker e.    Di berdewamê de hate gotin ku di serdemeke pergal ji her alî ve polîtîkayên şerê taybet didomîne de têkoşîna rêxistinkirî ya jinan hem rêya jinûveavakirina nirxan hem jî rêya herî xurt a civakîkirina wan e. Di berdewamê de hate diyarkirin ku jinên Kurd dê li her qadê pêşengtiyê bikin, bi berpirsyarî rabin, bêhtir xwedî li “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û bi xwebirêxistinkirinê mezin bibin.    Bi domdarî di encamnameyê de hate gotin ku gelê Kurd êdî li Rojhilata Navîn nê tenê gelek e, di heman demê de ji hêla siyasî û civakî ve di avakirina pergala demokratîk de diyarker e.    Rojhilata Navîn   DBP’ê di encamnameyê de bal kişand ser êrişên Îsraîlê û wiha hate gotin: “Îxtîmala ku hêza hegemon a nû ya Rojhilata Navîn bibe îsraîl, dê bike ku hevsengiya hêzên herêmî jinûve teşe bigirin. Di serdema vê guherîna hêz de gelê Kurd dê li ku bisekinin, dê tifaqên çawa ava bikin, dê daxwazên xwe yên netewî-demokratîk li ser kîjan zemînê biparêzin, ev yek dê diyarker be. Li ser vî esasî, aqilê stratejîk ê tevgera Kurd, ne tenê parastin di heman demê de ji hêla avakirina xeteke polîtîk a avaker û çareserîxwaz jî dîrokî ye.    Civaka demokratîk û aştî   Hat gotin ku ji bo vegotina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rewakirina wê xebatên cidî tên kirin û civak li bendê ye ku dewlet gavan biavêje. Bi domdarî hat destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd tenê dikare li ser bingeheke demokratîkbûnê were çareserkirin. DBP’ê daxuyand ku di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser hemû partiyên siyasî û saziyên demokratîk. Hat gotin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê diyalogeke dewlet û tevgera Kurd, di heman demê de divê weke gaveke demokratîkbûnê bê dîtin.    Tayînkirina pêşeroja xwe ya Gelê Kurd   PM’a DBP’ê got ku pêşeroja Rojhilata Navîn jinû ve tê nivîsandin, gelê Kurd hatiye qonaxa tayînkirina pêşeroja xwe û çavkaniya herî xurt a vê hêzê jî îradeya gel a rêxistinkirî ye. Encamname wiha bi dawî bû: “Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî, pêdivî bi tevgereke xurt a gel û têkoşîneke bibiryar heye. Divê dewlet vê pêvajoyê bi berpirsyartiyeke dîrokî pêşwazî bike û bêyî bi demê re vehêle, berpirsyartiyên xwe yên hiqûqî û siyasî bicih bîne. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê pêşeroja hevpar a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn diyar bike. Lewma divê her kes, her sazî û her avadaniya siyasî bi vê berpirsyartiyê tevbigere.”