Civîna yekem a komîsyonê di 5'ê tebaxê de ye 2025-08-01 12:47:25     ENQERE - Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin, wê civîna xwe ya yekemîn di 5’ê Tebaxê de li dar bixe.    Komîsyona ku wê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de bê lidarxistin, dê civîna xwe ya yekemîn di 5’ê Tebaxê de li dar bixe.   Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş daxuyanî da û endamên meclîsê vexwend civîna ku dê 5’ê Tebaxê saet di 11.00’an de li Salona Merasîmê ya Meclîsê bê kirin. Tê payîn ku Kurtulmuş axaftina vekirinê ya civînê bike. Piştre endam wê nirxandinan bikin û piştre li ser xebatên komîsyonê û esasên ûsul, wê nîqaş bên kirin û biryar were dayîn.