Taraha Huseyîn: Em ji banga Birêz Ocalan berpirsin 2025-05-17 09:06:11   Dîlan Babat   SILÊMANÎ - Hevseroka Giştî ya berê ya Tevgera Azadî Taraha Huseyîn ku tevli kongreya NADA'yê bû, da zanîn ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû cîhanê ye û got berpirsyariya vê bangê li ser milên hemû jinên cîhanê, parêzvanên mafê jinan û kesên têkoşîna jinan dide ye.   Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Herêma Bakurê Afrîkayê (NADA) li Silêmaniyê yekemîn kongreya xwe bi bernameya sê rojan pêk tîne. Ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Afrîkayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên din jin tevli bûn. Di roja ewil a kongreyê de du runiştin pêk hatin. Di runiştinan de di bin sernavên cuda de axaftin û nîqaş hatin kirin.   Di konferansa ku  gelek mijarên wekê netew dewlet, qirkirina jinê, polîtîkayên bêcezahiştinê, talana ekolojîk hatin dest girtin, bê navber hat gotin ku paradîgma konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiva modernîteya kapîtalîst e.   Hevseroka Giştî ya berê ya Tevgera Azadî Taraha Huseyîn di kongreyê de ji ajansa me re axivî.   ‘Hatina me ya gel hev wê têkoşînê mezintir bike’   Taraha Huseyîn diyar kir ku gelek jin tevli kongreya NADA’yê bûne û jin ji bo pirsgirêkên xwe nîqaş bikin hatinen gel hev. Taraha Huseyîn wiha got: “Di sedsala 21’ê de jin pisgirêkên xwe, çareserî û têkoşînek çawa bimeşînin axivîn. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe pirsgirêkên jinan wek hevin. Li dijî vê çareserî jî yek e. Di vê dema ku kaos li Rojhilata Navîn tê jiyîn de em bi jinan re hatin gel hev. Em ji bo pisgirêkên xwe nîqaş bikin û çaeseriyê bibînin hatin gel hev. Hatina me ya gel hev wê têkoşînê mezintir bike.”   ‘Divê em piştgiriyê bidin pêvajoyê’   Taraha Huseyîn balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got dema derfetek biçûk a Abdullah Ocalan çêdibe hema vê jî ji bo aştiyê bi kar tîne û ji bo aştiyê her tiştî dike. Taraha Huseyîn wiha bi lêv kir: “Kurdên ji bo nasnameya xwe têdikoşin wek terorîst tên îlankirin. Ev pêkanînên dijahlaqî ne. Me hemû cîhanê jî dît ku Birêz Ocalan bi gavên avêtiye namzetê xelata aştiyê ya Nobelê ye.  Banga wî banga aştiyê ye. Girîng e. Em erênî dibînin. Em xwe heman demê de berpirs dibînin. Banga Ocalan ne tenê ji bo Kurdane ji bo hemû cîhanê hatiye kirin. Bang ji bo hemû cîhan û Rojhilata Navîn girînge. Em erênî dibînin, piştgiriyê didinê û ji bo erkên xwe jî amade ne. Divê em peywira xwe bînin cih.”   Der barê Tevgera Azadî de   Konseya Daraza Bilind a Iraqê di 6’ê tebaxa 2024’an de biryar dabû ku Tevgera Azadî, Azadiya Êzidî û Partiya Demokrasiyê (PADÊ) bê girtirin. Daraza Iraqê ev biryar di encama têkiliyên bi Tirkiyeyê re pêşxistibû de, di encama zextên Tirkiyeyê de dabû.