Zoya El Ef: Em nikarin destûrê bidin bêdengkirina jinan 2025-05-19 09:02:43     Dîlan Babat   SILÊMANÎ - Zoya El Ef ya tevli kongreya NADA'yê bû, diyar kir ku jin li Afganîstanê pirsgirêka hebûn û xelayê dijîn û got: “Em nikarin destûrê bidin bêdengkirina jinan. Divê em hewl bidin ku jin bên dîtin.”   Di 2021’ê de piştî ku Talîban Afganîstan xist bin kontrola xwe di alî jinan de pirsgirêkên civakî, çandî û aborî jî rû dan. Rejîma Talîban bi awayekî sîsmatîk mafê jinan sînor kir û hebûna jinan a di qada cemawerî de di astek meizn de hat sînokiririn. Mafê perwerdehiyê ji destê mîlyonan zarokên jinan hatin girtin.   Ferzkirina burka   Xebata jinan a di saziyên cemawerî de hat qedexekirin û ji ber sînorkirin anîn sektora taybet jî gelek jin betal man û aboriya xwe winda kirin. Bi tena serê xwe ger ji bo jinan hat qedexekirin û ji bo gera navbera bajaran ferza divê mêrekî xizmên wan li gel wan bin. Her wiha di mijara cil û bergan de jî sînorkirin anîn û lixwekirina burka ferz kirin.   Pêşketinek şênber pêk nehat   Li hinek herêman xwegîhandina doktorên jin zehmet e û ev mafê tenduristiyê tehdîd dike. Ev rewş ji bo jin û zarokan rîskek mezin dihewîne. Tiştên tên jiyîn ne tenê li ser fîzîkî di alî psîkolojîk de jî rê li ber travmayan vedike. Bertekên navneteweyî li dijî van zextan hebin jî pêşketineke şênber tuneye.   Aktîvîsta jin  a Afganîstanî Zoya El Efku tevli kongreya NADA'yê bû der barê rewşa jinên Afganîstanê de axivî.   ‘Em dixwazin hişmendiyê biafirînin’   Zoya El Ef da zanîn ku ew li Berlînê komek in û ji jinên Afganîstanê ava dibe û got: “Em kampanyayên protestoyî, xwepêşendanan pêk tînin. Em di tevgerên piştevaniyê de cih digirin û hewl didin Afganîstan di rojevê de bimîne. Armanca me ev e ku mijara Afganîstanê neyê jibîrkirin û di plana pêş de cih bigire. Ji bo em balê bikşînin Peymana Doga û ji bo Talîban nekeve pêvajoya rewabûnê, hewl didin ku hişmendiyê biafirînin.”   Rêxistineke ku xwe bi xwe rêxistin dike   Zoya El Ef balkişand ser kongreya NADA'yê û got kongre gelek baş derbas bûye û tiştên ku jinên Afgan dijîn vegotine. Zoya El Ef wiha dirêjî dayê: “Em kolektîfek ku xwe bi xwe rêxistin dike ne. Em piştgiriya dewletê nagirin û em ne girêdayê saziyekê ne. Ji ber vê jî em bi rehetî dikarin der barê rewşa Afganîstanê de biaxivin. Heman demê de berpirsyariya navenda emperyal jî tînin ziman. Divê em destûr nedin sansurê.”   Jin bi xelayê re rû bi rû ne   Zoya El Ef wiha dirêjî dayê: “Ji 2021’ê heta niha em rewşa li Afganîstanê em li vir diaxivin. Rewşa wir gihiştiye karasetê. Welat bi xelayê re rû bi rû ye. Pêkanînên talîban bandorek mezin li ser gel dike. Lîderên Talîban li cîhanê digerin û ji bo berjewendiyên xwe faliyetên lobî didin meşandin. Rewşa jinan qet nebaşe. Nikarin bixebitin, ji herêmê nikarin dervekin û nikarin debarê bikin. Di 40 salên dawî de gelek mêr mirin û ji ber vê piranî jin neçar in debara mala xwe bikin. Jin nikarin biçin zanîngehan. Rêjeya întîxaran zêde bûye. Ev dilê mirovan diêşîne. Divê em destûrê nedin bêdengkirina jinan. Divê em li dijî vê rawestin.”