Li Sîncanê tahliyekirina girtiyan bi biryarên ÎGK’ê tê astengkirin 2025-05-19 09:04:22   ENQERE - Tahliyeya 5 girtiyên li girtîgeha Jinan a Sîncanê ku girtî ne ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ve bi awayekî sîstematîk û hincetên kêfî tê astengkirin.   Girtiyên bi navê Nedîme Yaklav, Gulşah Adet, Nuriye Adet, Zelîha Usta Baş û Seermîn Dermîrbag yên di lîsteya girtiyên nexweş ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ne û piraniya wan 30 sal in girtî ne, tahliyeya wan ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ve bi awayekî sîstematîk û hincetên kêfî tê astengkirin.   Lijne li ji ser mekanîzmaya derewan dixebite   Nedîme Yaklav ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girti ye, di 1994’an de hat binçavkirin û piştre bi îdiaya ‘yekitiya dewletê xera kiriye’ cezayê muebetê lê hat birîn. Nedîme Yaklav tevî ku 1’ê Nîsana 2023’an de înfaza wê temam bûye jî ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ve tahliyeya wê ya bi şert du caran 3 mehan, du caran 6 meh û 9 mehan bi giştî 5 caran hat taloqkirin. Nedîme Yaklav di nirxandina sêyemîn de daxwaz kir ku dozger jî d nrixandinê de cih bigire lê tevî vê  nehat qebûlkirin.   Zehra Ustabaş  du caran înfaza wê hat şewitandin   Zehra Ustabaş jî di 24’ê Tîrmeha 2024’an de tevî înfaza cezayê wê temam bû, tahliyeya wê ya bi şert di 18’ê Hezîrana 2024’an de carekê bi giştî du caran tahliyeya wê hat astengkirin. Tahliyekirina wê ji aliyê lijneyê ve bi hincetê kêfî yên wekê ji bo tevlibûna civakê ne amade ye hat astengkirin.   Biryarê kêfî yên ÎGK’ê ji hiqûqê bêpar in   Nuriye Adest jî yek ji jinên ku înfaza wê du caran hat taloqkirinê ye. Di 29’ê Çileyê 2024’an de sê mehan di 23’ê Gulana 2024’an de jî 6 mehan bi giştî du caran tahliyeya wê hat astengkirin. Lijneyê di nirxandina der barê Nuriye Adet jî wek girtinên  bi hinceta ji bo tevlibûna civakê ne amade ye hat şewitandin.   Tahliyeya Sermîn Demîrdag 6 caran ya Gulşen Adet 2 caran hat astengkirin   Înfaza girtiya bi navê Gulşen Adest di 21’ê Adara 2024’an de sê mehan, di 18’ê hezîrana 2024’an de jî 6 mehan bi giştî du caran hat astengkirin. Ya Sermîn Demîrdag jî di 23’ê Çileyê 2023’an de du caran her carê sê mehan, sê caran jî her carê 6 mehan û piştre jî 9 meh bi giştî 6 caran hat şewitandin. Ev pêkanînên kêfî li girtîgeha Sîncanê ya Jinan bi awayekî sîstematîk pêk tên.   Di vêpêvajoya ku 10’emîn pakêta darazê ya nû wê bê meclîsê, helwestên kêfî yên Lijneyên Îdarî û Şopandinê tên nîaşkirin û tê xwestin ku ev lijne bi giştî bên rakirin an jî bi tevahî bê guhertin. OHD, komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê û  parlamenteran ev daxwaz bi dehan carî anîn ziman. Lê tevî hemû daxwazan bi biryarên lijneyê tahliyeya girtiyan bi awayekî kêfî tên astengkirin.