Kovara Jin bi hejmara 118'emîn derket 2025-06-01 10:46:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 118’emîn a Kovara Jin bi manşeta “Windakirî, Jin û Têkoşîn” derket.   Hejmara 118’emîn a Kovara Jin bi manşeta “Windakirî, Jin û Têkoşîn” derket. Di vê hejmarê de kovar li ser kesên di bin çavan de hatine qetilkirin û berxwedan û têkoşînên piştî van windakirinan hatine destpêkirin, disekine.     Nivîsên di vê hejmarê de ev in:     * Jin, şîn, berxwedan / Eren Keskîn    * Şopa Şukranê li pey xwe hiştî, nîşeya li dîrokê neqişandî / Reyhan Baydemîr Yalçindag    * Têkoşîna bîr, heqîqet û edaletê / Hevpeyvîna Koma Kovara Jinê bi Dayikên Plazo De Mayoyê re kirin    * Têkoşîna jinan a di dema guherîn û avakirinê de li dijî mêrîtiyê / Ebru Gunay   * Jin ne jinên berê ne! / Oya Açan