DEM Partiyê dê ji bo Îmraliyê serlêdanê bike 2025-06-17 14:22:59     ENQERE - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku ew ê daxwaza serdana Îmraliyê bikin.   Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclîsê axivî. Tuncer Bakirhan derbarê rojevê de daxuyanî da û ragihand ku ew ê ji bo çûna Girtîgeha Îmraliyê serlêdana fermî bikin.