Li Peyasê ji jinan lêgerîn û çareserkirina pirsigirêkên hevpar 2025-06-18 16:42:52     AMED - Gerînendeyiya Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê û Klûba Oz Kayapinar Sporê bi jinên ku li parkên navçeyê sporê dikin û Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê bikar tînin re civiyan. Di vê civînê de, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Gerînendeyiya Polîtîkayên Jinan û endamên Meclîsa Jinan amade bûn. Jinan pirsgirêkên xwe yên hevpar anîn ziman û bi hev re çareserî û pêşniyar nîqaş kirin.   Gerînendeyiya Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê û Klûba Oz Kayapinar Sporê bi jinên ku li parkên navçeyê sporê dikin û Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê bikar tînin re civiyan. Hevşaredar Sîncar û Dundar bal kişandin ser girîngiya sporê û jiyaneke tendurist ji bo jinên ku li parkên navçeyê û Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê sporê dikin. Wan bi peyama “Em astengiyan bi hev re ji holê rakin” hêza veguherîner a sporê di jiyana jinan de destnîşan kirin.   'Em Astengiyên li Pêşiya Jinan Radikin'   Hevşaredaran di axaftinên xwe de wiha gotin: “Jinên ku li park û kompleksa sporê sporê dikin, astengiyên li pêşiya jiyaneke tendurist radikin. Bi hêza hevgirtina jinan, em van astengiyan bi hev re ji holê radikin. Bi vê hêzê, jin roj bi roj zindîtir û tenduristtir jiyana xwe dewam dikin û jiyanê xweşiktir dikin.”   Şaredariya Peyasê diyar kir ku li gorî pêşniyar û çareseriyên di civînê de hatine nîqaşkirin, ew ê hemû derfetên xwe seferber bikin da ku tevlêbûna jinan li park û Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê hêsantir bibe. Her wiha, çareserkirina van pirsgirêkan wê weke armanceke sereke were dîtin.