Li Dêrazorê jinan nameya Abdullah Ocalan nîqaş kir 2025-06-23 14:58:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê jinan nameya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nîqaş kir û diyar kir ku dê têkoşînê ji bo bidestxistina mafên xwe û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bidomînin.   Kombûna Jinan a Zenûbiya li Dêrazorê ji bo xwendina nameya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li salona Meclisa Gel a bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê çalakiyek li dar xist. Bi dehan endamên meclisên herêmî, komîteyên jinan û rêxistinên civaka sivîl tê de amade bûn.   Di çalakiyê de rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Emîre El Ehmed bal kişand ser girîngiya pêşxistina rola jinan di qadên jiyanê de û destnîşan kir ku destkeftiyên bi dest ketine, encama felsefeya Abdullah Ocalan in.   Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefaa El Ehmed jî nameya ku Abdulah Ocalan ji bo jinan şandiye, xwend. Sefaa El Ehmed destnîşan kir ku felsefeya Abdullah Ocalan rê li ber jinan vedike li hember zilm û cudakariyê tê bikoşin.   Beşdarên çalakiyê spasiyên xwe ji bo Abdullah Ocalan anîn ziman û soza berdewamkirina têkoşînê ji bo bidestxistina mafên xwe û azadiya wî ya fîzîkî da.