'Bêyî wekheviya zayendî demokrasî nabe' 2025-06-24 09:03:45   Melîke Aydin    ÎZMÎR - Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher, anî ziman ku pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê dij-demokratîk û li dijî wekheviya zayendî ye û got ku ger bi baweriyê were kirin, mimkun e ku zemînek were afirandin ku hemî pêkhateyên perwerdehiyê bikaribin di perwerdehiyê de xwedî gotin bin û perwerdehiyek zanistî were afirandin.   Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27'ê Sibatê de, pirsgirêka demokrasiyê li Tirkiyeyê ji nû ve hatin nîqaşkirin. Banga Abdullah Ocalan ne tenê di qada siyasî de, lê di hemû warên jiyana civakî de jî hewcedariya demokratîkbûnê anî rojevê. Di vê çarçoveyê de, mijara wekheviya zayendî jî di navenda nîqaşên demokrasiyê de ye. Nûnertiya wekhev û asta azadiya jinan wekî nîşaneyên girîng ên asta damezrandina demokrasiyê di civakê de derdikevin pêş. Lêbelê, newekheviya zayendî li gelek waran li Tirkiyeyê, bi taybetî di pergala perwerdehiyê de, balê dikişîne ser xwe.   Sekretera Jinan a Platforma Şaxên Sendîkaya Karmendên Giştî (KESK) Done Gevher li ser wekheviya zayendî û pergala perwerdehiyê nirxandin ji JINNEWS'ê re kir.   'Perwerdehiya li Tirkiyeyê neteweperest, zayendperest, dij-demokratîk e'   Done Gevher diyar kir ku pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê tevî mufredatên ku her tim diguherin jî hîn jî ji demokratîkbûnê dûr e, her wiha neteweperest, zayendperest e û got, "Bê guman, ev pergala perwerdehiyê ne pergalek e ku pêdiviyên jinan, mirovan, xweza û civakê pêk bîne. Nîqaşên ku li ser perwerdehiya demokratîk têne kirin jî nîqaşên qismî û teng in. Her çend ev nîqaş ji hêla akademiyê ve û ji hêla sendîkaya me, Egitim Sen ve têne kirin jî, hikûmet bi tevahî ji perwerdehiya demokratîk dûr dimîne. Di her serdemê de, perwerde di wateya îdeolojîk de ji perspektîfên îdeolojîk ên hikûmetên heyî derbas nabe, di wir de dixetime."   'Hikûmet dikare bi lez û bez li dijî wekheviya zayendî derkeve'   Done Gevher, da zanîn wan bi têkoşîna xwe, ya car bi car di warê zayendî de kirine, hin rêkeftin çêkirine û bi rêya pirtûkên dersê yên ku wan şopandine pêşniyar pêşkêş kirine. Done Gevher diyar kir ku di demên ku hikûmet nêzîkî Yekîtiya Ewropayê (YE) dibû de, wan hewl da ku pirtûkên dersê ji hêmanên zayendperest paqij bikin û wan di pêvajoyên demokratîkbûnê de, her çend bi awayekî fermî be jî, bînin zemînek demokratîk. Done Gevher diyar kir ku hikûmet bi lez û bez vedigere bernameyek ku bi hêmanên zayendperest xemilandiye û got, "Ew bi rastî gihîştiye astek ku ew perwerdehiyê bi rêya dijberiya xwe ya li hember wekheviya zayendî dike amûr."   'Dikare zemîna perwerdehiyek demokratîk were afirandin'   Done Gevher, bi lêv kir ku xebatkarên perwerdehiyê, rêxistinên perwerdehiyê, akademî û her kesê ku ji xizmetên perwerdehiyê sûdê werdigire divê rasterast beşdarî pêvajoya destnîşankirin û nîqaşkirina polîtîkayên perwerdehiyê bibin û got, "Tiştê ku em jê re dibêjin perwerdehiya demokratîk divê bi bernameyek perwerdehiyê ya ku bêtir hewcedariyên civakî li ber çavan digire jî were biteşekirin. Bi rastî, ev dem bi dem bi awayekî fermî hatine ceribandin. Hewl hat dayîn ku lijneyên dibistanan ên ku xwendekar û dêûbavan di nav de ne werin avakirin, lê ew tenê wekî bi teşe man. Ger ev bi baweriya vê yekê were pêkanîn, bê guman dê gengaz be ku zemînek were afirandin ku hemî pêkhateyên perwerdehiyê di perwerdehiyê de xwedî gotin bin."   'Perwerdehiya azad û bi zimanê dayikê'   Done Gevher diyar kir ku di navbera salên 2014-2016'an de projeyek wekheviya zayendî di perwerdehiyê de hatiye meşandin, lê ev proje bêyî ku encamek bide hatiye betalkirin û got ku li şûna wê siyasetek li dijî wekheviya zayendî hatiye sepandin. Done Gevher destnîşan kir ku helwestên wekhev di pêvajoyên din ên demokratîk ên li Tirkiyeyê de jî hatine nîşandan û got: "Tiştê ku domdar e perwerdehiya zimanê dayikê ya azad, bi kalîte ye ku tê de hemî mijarên saziyên perwerdehiyê têne navkirin û di pêvajoyên biryardanê de cih digirin. Dema ku em tundûtûjiyê bi rêveberiya giştî ve rave dikin, em ne tenê bi karmendên jin ên giştî an jî tenê bi karmendên mêr ên li cîhê kar behsa tundûtûjiyê dikin. Em di heman demê de behsa tundûtûjiya qada xizmetê dikin, ku em jê re dibêjin aliyê sêyemîn. Têkiliyek rast a di navbera wergir û dabînkerê xizmetê de ku di hawîrdorên demokratîk de têne cem hev jî pêşî li pêşveçûna tundûtûjiya aliyê sêyemîn digire."