DFG'ê derbarê Zeynep Durgut de daxuyanî da 2025-06-26 12:00:49   AMED - DFG’ê, têkildarî rojnameger Zeynep Durgut ku ji ber “Çeteya Fihûşê” derxist holê gef lê hatin xwarin daxuyanî da û kesên gefxwarin hişyar kir.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgutê ku ji ber “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê derxist holê malbata Kenan Tatar gef lê xwar, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da.     DFG’ê, di daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber nûçeyên ‘Çeteya Fihûşê’ gef li hempîşeya me Zeynep Durgut hatin xwarin. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, endamên malbata Tatar jî di nav de 25 kesên ji ‘Çeteya Fihûşê’ ya 2013’an a li Şirnexê, di 24’ê Sibatê de bi nûçedosyaya xwe derxist holê.    Endamên malbata Kenan Tatar ku di dosyayê de navê wî weke ‘serçete’ derbas dibe, gef li hempîşeya me Zeynep Durgut xwar. Em, gefên li hempîşeya me hatine xwarin qebûl nakin.    Hempîşeya me Zeynep Durgut, bi nûçeyên xwe bûyera ‘fihûşê’ ya li Şirnexê derxist holê û ku di nava gel de jî rê li ber bertekeke mezin vekiribû. Bi nûçeyên Zeynepê re ev zîhniyeta qirêjî derket holê.    Zeynep Durgut ku bi nûçeyên xwe hem pirsgirêka fihûşê ya li bajar hem jî texrîbata ekolojik a li bajar derxist holê û rê li ber hestiyariyeke civakî vekir, mohra xwe li rojnamegeriyeke serkeftî da. Li şûna ku keda hempîşeya me were pîrozkirin, gef lê hatine xwarin û em vê qebûl nakin.    Em careke din kes û zîhniyeta ku gef li hempîşeya me xwariye hişyar dikin; em li cem Zeynepê ne, dê dev ji kesên gef xwarin bernedin û hesabê bipirsin.”