Felek Erden: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêvî bixwe ye 2025-06-27 09:02:16   Memîhan Zeydan   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Felek Erden der barê pêvajoyê de nirxandin kir û wiha got: “Tevgera Jinên Kurd ji bo aştî pêk bê çi ji destê wê tê dike.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û bi vê re pêvajoya aştiyê dest pê kir. PKK’ê di 1’ê Adarê de biryara agirbestê girt û di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshê da. Tevî evqas geşedan dewletê gav navêt û PKK’ê daxuyakirin ku tevî biryara agirbestê êrîş didomin.   Aktîvîsta  Tevgere Jinên Azad (TJA) Felek Erden der barê pêvajoyê de axivî.   ‘Manîfestoyek dîrokiye’   Felek Erden da zanîn ku beriya banga aştî û civaka demokratîk jî gelê Kurd her tim ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hêvî bû û ev hêvî li her qadê dianî ziman. Felek Erden wiha anî ziman: “Me wek gelê Kurd û jinên Kurd dizanibû wê ev bang bê kirin û dizanin ku Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye. Banga 27’e Sibatê ev tacîdar kir. Ev manîfestoyek dîrokî ye. Ger ev pêvajo erênî bidome wê ji bo gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê serkeftinek girînge. Encamên girîng bên bidestxistin. Ya ku dihat payîn pêk hat. Gelê Kurd bi salan bû li benda vê bû. Pêvajo ji bo me nû ye lê hêvî ji bo me her tim hebû. Abdullah Ocalan bi xwe hêvî ye. Banga hatiye kirin divê ji aliyê dewletê ve baş bê destgirtin. Di vî alî de çi bikeve ser milê wan divê bikin. Jinan her tim aştî xwest. Ji bo vê jî xebat hatin meşandin. Gavên girîng hatin avêtin.”   ‘Divê bang baş bê famkirin û xwedî lê bê derketin’   Felek Erden daxuyakirin ku hewcedariya jinan û gelan bi meşandina pêvajoyê heye û wiha bi lêv kir: “Divê pêvajo bi aştiyek rumet bê tacîdarkirin.Herî zêde jin li bendê vê bangê bûn. Ji roj abang hatiye kirin jinan her bernameyê de ev anî ziman. Însiyatîfa Hewcedariya Jinan bi Aştiyê heye bersivek baş bû. Divê bang baş fêmkirin û xwedî lê bê derketin.”   ‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe hêvî ye’   Felek Erden destnîşan kir ku daxuyaniya Abdullah Ocalan ya divê jin pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin ji aliyê jinan ve bi kelecanek mezin hatiye pêşwazîkirin û israra jinan a di vê mijarê de encamê dide. Felek Erden wiha anî ziman: “Abdullah Ocalan ji hemû jinan re silav şand. Vê hêz û moralek mezin da jinan.Hêvî hîn bêtir mezin dibe. Abdullah Ocalan bixwe hêviye. Divê xwedîderketineke mezin li bangê hebe.”   ‘Êrîşên didomin nayên qebûlkirin’   Felek Erden balkişand ser êrîşên ji aliyê Tirkiyeyê ve didomin û got: “Ne tenê êrîş, divê yek tiştekî biçûk ku zirarê dide pêvajoyê tunebe. Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd jib o hemû gelan hatiye kirin.Ji ber vê jî êrîşên didomin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev ji bo xerakirina pêvajoyê ye. Divê demildest ev êrîş bên rawestandin. Divê gelên Tirkiyeyê vê qebûl nekin.”   Felek Erden her wiha balkişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser jin, zarok û xwezayê û got divê ev demildest bidawî bibin. Felek Erden wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li hemû jnên Kurd dikim. Divê em xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Divê em hêviya xwe hîn bêtir mezin bikin. Em hemû kesî vexwendiyê xwedîderketinê dikin. Divê muxatab peywira xwe bînin cih.”