Jinan ji bo ‘Mîhrîcana Jin, Xweza û Çandê’ bang kirin 2025-06-27 09:06:44   WAN - Di 29-30’ê Hezîranê de li Gimgimê ‘Mîhrîcana Jin, Xweza û Çandê’ wê pêk bê. Jinan ji bo tevlibûna mîhrîcanê bang kirin û diyar kirin ku mîhrîcan bi armanca têkoşîna li dijî qirkirina jin û xwezayê, bi armanca avakirina civaka demorkatîk tê kirin.   Mîhrîcana Çand û Xweza ya Jinê wê di navbera 29-30’ê Hezîranê de li navçeya Gimgima Mûşê bi dirûşmeya "Bi jinên azad, bi xweza û çandê, ber bi civakeke demokratîk ve" were lidarxistin. Di mîhrîcanê de wê gelek çalakî bi sernavên xweza, çand, jîneolojî û ekolojiyê werin lidarxistin. Konên çand, jîneolojî, ekolojî, ciwan û zarokan dê werin danîn. Ev kon dê li ser navê jinên ku di tarîxên cûda de jiyana xwe ji dest dane werin binavkirin. Pirtûkên jinên dîlgirtî dê werin nasandin. Her wiha, berhemên neteweyî yên ku ji hêla jinan ve hatine amadekirin dê di Mîhrîcanê de werin pêşandan.    Di roja yekem a Mîhrîcanê de, ji bo Ekin Wan, ku di 10'ê Tîrmeha 2015'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê hate teşhîrkirin û jinên ku hatin qetilkirin, meşek dê were lidarxistin. Piştre,  atolyeyên bi navê "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" dê werin lidarxistin. Siyasetmedarên jin ên Kurd Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û Berîvan Elter jî dê beşdarî atolyeyan bibin. Çalakiyên agahdarkirinê dê li dijî qirkirina ekolojî û kuştina jinan werin lidarxistin. Di êvarê de, fîlmên bi mijarên jinan dê werin nîşandan; lîstikên kevneşopî dê werin lîstin. Di roja duyemîn a Mîhrîcanê de, serê sibê dê meşek xwezayê ya jinan were lidarxistin. Piştî werzîşê dê komxebata jineolojiyê were lidarxistin. Çalakiyên wekî pêşandana koma govendê ya jinan û turnuvaya voleybolê jî dê werin lidarxistin. Êvarê, hunermend Beser Şahîn û Xecê dê konserê bidin.   Jinan der barê mîhrîcanê de nêrînên xwe anîn ziman û banga tevlibûnê kirin.   Parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û got li Gimgimê berê gelek mîhrîcan pêk hatine lê yekemîn car bi temaya jinê mîhrîcan pêk tê û got: “Hem di alî pêvajoyê de hem jî di alî rola pêşeng a jinan de, wê gelek mijar di mîhrîcanê de bên rojevê. Mîhrîcan di vê pêvajoyê de pêk tê û ber vê gelek watedare.Di vê pêvajoya ku êrîşa li hember jinan zêde ye, qirkirina ekolojiyê iddome û li hember erdnîgariya Kurdan êrîş pêk tên de em mîhrîcanê pêk tînin. Ji ber vê em hemû jinan vexwendiyê mîhrîcanê dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku berxwedanê mezin bikin.”   'Armanc li dijî qirkirinê bilindkirina deng e'   Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtê Berîvan Polat daxuyakirin ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoyek nû destpê kiriye û got kirdeya herî girîng a pêvajoyê jinin û got: “Mîhrîcan mîhrîcana jin, xweza û çandê ye.Ligel bernameyên pêk bên wê atolyeyên jîneolojiyê jî pêk bên. Armanc xurtkirina têkoşîna jinane. Armanca me ev e ku em li dijî qirkirina jinan dengê xwe bilkind bikin. Jin wê di mîhrîcanê de der barê aştiyê de divê çi bê kirin jî nîqaşan bimeşînin. Em bang li hemû jinan dikim ku di mîhrîcanê de cihê xwe bigirin.”   ‘Banga me ev e ku em bi hev re xurt bibin’   Aktîvîsta TJA’yê Narîn Okay Caner jî destnîşan kir ku jin kirdeya jiyanê ne û got wê di mîhrîcana li dijî qirkirina jinan pêk tê de, ji bo bi awayekî xurt têkoşîn xwe bidin meşandin wê bi jinan re bên gel hev. Narîn Okay Caner bi lêv kir ku banga wan eve ku bi hev re xurt bibin.