Li Edeneyê jinek hate kuştin 2025-06-28 11:34:08     EDENE - Li navçeya Ceyhanê jina bi navê Sebahat Atabey hate kuştin.   Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jina bi navê Sebahat Atabey (33) a xwediya 5 zarokan roja 25' ê hezîranê de tiyê wê êrîşî wê kir.  Sebahat Atabay a ku bi derbên kêrê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Ceyhanê. Tevî hemû hewldanan Sebahat Atabey îro serê sibê jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Sebahat Atabey ji bo otopsiye birin Edeneyê û kujer Eyup Atabey hat binçavkirin.   Dê cenazeyê Sebahat Atabey piştî otopsiye bînin navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li wê dê were definkirin.