Li Başûr di 2024'an de ji 13 hezarî zêdetir bûyerên tundiyê 2025-06-28 15:42:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2024’an de li Herêma Kurdistanê bi giştî 13 hezar û 17 giliyên tundiya dijî jinan hatine tomarkirin.   Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan li otêla Ramada ya Silêmaniyê di salvegera derketina zagona têkoşîna li dijî tundiya malbatê ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyek a çapemeniyê rapora çavdêriya bicihanîna zagona têkoşîna tundiya dijî malbatê, parve kir.   ‘Nabe em pirsgirêkên civakî ji bîr bikin’   Parêzera rêxistinê Gona Mecîd ku di daxuyaniyê de axivî got: “Tevî hebûna rewşa niha ya siyasî û nedayîna mûçe, nabe em pirsgirêkên civakî ji bîr bikin. Zagon pirsgirêke û me xwestiye ev zagon ji bo ku zêdetir xizmeta civakê bike, were sererastkirin. Di sala 2024’an de li Rêveberiya Tundiya Dijî Malbat û Jinan ya Herêma Kurdistanê, bi giştî 13 hezar û 17 giliyên tundiya li dijî jinan hatine tomarkirin. Herwiha li Rêveberiya Zayendî ya Herêma Kurdistanê jî bi giştî 63 gilî hatine tomarkirin.”