Zeynep Kinaci li Şirnexê hat bibîranîn 2025-06-30 16:31:19     ŞIRNEX - Endama PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) li Şirnexê bi girseyî hat bibîranîn.   Endama PKK'ê Zeynep Kinacî (Zîlan) li salona konferansê ya Bîşeng Anik ya Şirnexê bi tevilbûna hevserok û rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên herêma Şirnexê, aktîvîstên endamên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên Hezex û Gundikê Melê û gelek welatî bîranîn hat lidarxistin.   Beriya bernameya bîranînê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat nîşandan.   Piştî sînevîzyonê berdevka TJA'yê ya Şirnexê Nafya Geçgel got ku ew ê her tim şopdarên rêza Zîlanan bin û got: “Heval Zîlan mîrasek gelek mezin ji bo jinên Kurd hişt û em wek jinên Kurd em ê li wî mîrasî xwedî derkevin.”   Piştî axaftinan nameya Zîlan hat xwendin û herî dawî bername bi stranên li ser bîranîna Zîlan hatine gotin, bi dawî bû