Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dengê Rêber Apo hêzê dide mirovahiyê 2025-07-10 14:17:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî banga Rêber Apo ya nû got: ‘’Li gel banga bidîmen hêviya me ya têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir bûye. Divê Iraq jî qîmeta van bangan û pêşketinên dîrokî bizanibe û li gorî wê nêz bibe.”   Di 9’ê Tîrmehê de bangeke bidîmen ya Rêber Apo li gel girtiyên din ên li Girava Îmraliyê hate weşandin. Piştî 26 salan bi rêya vîdeoyekê bihîstin û dîtina Rêber Apo moraleke mezin da gelê Kurd û civaka Êzidî. Banga bidîmen ya Rêber Apo weke encama têkoşîna gerîla, gelê Kurd û berxwedana Îmraliyê tê dîtin.   Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyeke nivîskî kêfxweşiya xwe ya ji bo banga Rêber Apo ya bidîmen a li gel girtiyên din ên li Îmraliyê parve kir.   Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi vî rengî ye:   “Tevî ku civaka Êzidî deng û dîmena Rêber Apo yên beriya komployê dîtibe jî, piştî komployê bi rêya vîdeoyekê cara ewil dîtin û bihîstina Rêber Apo bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kiriye. Vê yekê hêviya me ya têkildarî azadiya Rêber Apo ya fîzîkî zêdetir kiriye û em dibînin ku ger em têkoşîneke berfireh û hevgirtî bidin meşandin, em dikarin encamê jî bigirin.   Rêber Apo heya niha ji bo mirovahiyê, gelê xwe û jinan timî fedekariyên herî mezin kirine. Li gel banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ ku ji 27’ê Sibatê ve di rojevê de ye û banga 9’ê Tîrmehê pêvajo kete qonaxeke nû, em jî weke civaka Êzidî van bangên Rêber Apo dîrokî û gelekî watedar dibînin. Civaka me yek ji wan civakan e ku gelekî zilm lê hatiye kirin û timî di bin metirsiya qirkirinê de ye. Lê tevî vê yekê jî gelekî aştîxwaz e. Em vê banga Rêber Apo ya ji bo aşitiyê gelekî watedar dibînin û pê kêfxweş in. Em di wê baweriyê de ne ku ev bang wê herî zêde bandora erênî li civaka me û bi taybet jî li Şengalê bike. Em bawer dikin ku tu kes wê ji aştiyê winda neke, berovajî wê dê hemû gelên herêmê bi serkevin. Ji ber ku aşitî dide jiyankirin û şer dikuje. Rêber Apo li hember siyaseta şerxwaz, qirker ya desthilatdaran weke Rêberê gelan serdemeke nû ya aşitî û demokrasiyê dide destpêkirin. Ji vê bangê pîroztir û watedartir tu bangeke din tune ye.   Em weke civaka Êzidî heya dawiyê piştgiriyê didin peyama Rêber Apo. Azadî, aşitî û demokrasî ku xewn û xeyalên mirovahiyê ne, di roja me ya îroyîn de ji ber siyaseta desthilatxwaz, dagirker û şerxwaz hema bêje can dide. Di demeke wisa de Rêbertî dixwaze ruh bidiyê, zindî bike û mirovahiyê ji vê serdema tarî û tirsnak derxîne. Ji ber vê yekê em weke civaka Êzidî Girava Îmraliyê weke girava hêviyê dibînin, bawer dikin ku wê peyamên Rêber Apo ji bo me tevan pêşiya serdemeke nû veke. Eger herkes guh bide peyamên Rêbertî wê mirovahî ji nû ve geş bibe, wê hemû xweşîkî û bedewî careke din zindî bibin.   Di serî de Iraq divê hemû dewletên li herêmê û yên navneteweyî baş guh bidin peyamên Rêber Apo, vê fersenda dîrokî ji dest nedin. Ji ber ku ev pêvajo bi yekalî nameşe. Heya niha hemû gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatin avêtin. Vaye tê gotin ku wê merasîma çekdanînê jî were lidarxistin. Ev fedekariyên mezin in, divê herkes qîmetê van yekan bizanibe. Nabe ku tu kes hesabên şaş li ser banga Rêber Apo bike. Divê encamên rast jê derxînin û li gorî wê siyaseta xwe li ber çavan derbas bikin. Divê Iraq jî bi taybetî rast li nêzî vê pêvajoyê bibe û siyaseta xwe ya li hemberî Êzidiyan sererast bike. Ji ber ku Rêber Apo girîngiyeke mezin dide Êzidiyan û hemû caran ji bo me  peyamên taybet dişine. Em jî wan peyaman dixwînin û li gorî wê tev digerin. Eger ev pêvajo ser bikeve wê hemû gelên Iraqê jî ser bikevin. Ev pêşketinên dîrokî niha li nava sînorên Iraqê de rû didin, ev Iraqê jî dikin ciheke stratejîk û girîng. Iraq eger vê pêvajoyê û peyamên Rêber Apo rast bixwîne, wê bikare ji vê krîza mezin a di nav de ye xwe rizgar bike. Ji ber ku herî zêde pêwîstiya Iraqê bi demokrasi û aştiya navxweyî heye.   Mirovê herî aşitîxwaz, azadîxwaz û demokrat yê cîhanê di nava çar dîwaran de tê girtin ku ev yek zilma herî mezine. Rêber Apo mirovê herî aştîxwaz, mirovhez, azadîxwaz yê cîhanê ye. 26 sal in ji bo aştiyeke birûmet di bin pergala êşkencêyê ya pir mezin de ye. Ji ber ku civaka Êzidî, gelê Kurd, hemû gel û mirovahiya azadîxwaz hêz û hêviyê ji dengê Rêber Apo digirin. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe, pêkanîna xewn û xeyalên aşitiyê, pêkanîna civakeke demokratîk û Şengaleke azad têkoşîna xwe mezin bikin.”