Pervîn Buldan: Xet û rêya her kesî diyar e 2025-07-12 17:25:39    NAVENDA NÛÇEYAN – Pervîn Buldan, gotina Erdogan a ‘Me wek AKP, MHP û DEM Partî biryar da, em ê bi hev re di vê rê de bimeşin” nirxand û diyar kir ku ev ‘tifaqa pêvajoyê’ ye. Pervîn Buldan da zanîn ku xet û rêya her kesî diyare û divê pêvajo bi lez bê meşandin.   Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîla Meclisê Pervîn Buldanê, daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a di 32’yemîn Civîna Şêwirmendî û Nirxandinê ya AKP’ê de, nirxand. Pervîn Buldan ji Ajansa Nûçeyan a ANKA’yê re axivî û diyar kir ku daxuyaniya Erdogan a "Em wek AKP, MHP û DEM Partî me biryar da, em ê bi hevre di vê rê de bimeşin” divê şaş neyê fêmkirin û ev gotin têkildarî "îtifaqa pêvajoyê" hatiye gotin.   Pervîn Buldan got: "Xet û rêya her kesî diyar e. Ji ber vê yekê, ev peyamek bû û dê Îtifaqa Gel û Partiya DEM di tevahiya pêvajoyê de di rêyek hevpar de bimeşin. Ev yekîtî, bi hevkariyê ve dê watedar be. Li gorî min em dikarin jê re bibêjin yekîtiya pêvajoyê." Perwîn Buldanê destnîşan kir ku Erdogan di axaftina xwe de xeletiyên dewletê yên berê rexne kirî û ev gavek girîng e. Pervîn Buldanê ev tişt got: "Wî behsa kuştinên kiryar nediyar, Torosên Spî, şewitandina gundan û demên ku axaftina bi Kurdî qedexe bû ki, ev yek girîng e. Daxuyaniyên weha ji bo rêveçûna pêvajoyê girîng in. Agahiya ku dê di demek nêzîk de komîsyonê bê damezrandin hebû. Wekî wî jî îro diyar kir, divê hemî gavên pêwîst di zûtirîn demê de bêyî derengmayînê bên avêtin. Pêvajo çiqas dirêj be dê sedemên provokasyon û înîsiyatîfên din derdikevin holê. Divê bi lez gav bên avêtin da ku pêvajo di demek nêzîk de bi ser bikeve."