'Bêyî mîsogerkirina maf û rûmeta jinan aştî li Sûriyeyê nepêkan e' 2025-07-14 16:50:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star, bertek nîşanî daxuyaniya nûnerê taybet ê DYA’yê da û got: “Avakirina pergaleke demokratîk û nenavendî, temînata aştî û yekitiyê ye.”    Kongra Star der barê daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê Thomas Barrack de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji bo afirandina atmosfereke baweriya hevbeş di navbera aliyên Sûriyeyê de divê navbeynkarên navneteweyî roleke avaker û bêalî bilîzin û piştgiriyê bidin diyaloga navxweyî ku ewlehî û îstiqrarê mîsoger bikin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sûriye ya ku ji ber şer, desthilatdarî û siyasetên pişaftinê yên ku zêdetirî 60 salên serdestiya Baasê westiyaye, îro li pêşberî derfeteke dîrokî ye da ku xwe ji nû ve, li ser bingehên nû; edalet, wekhevî, qebûlkirina pirrengiya çandî û civakî ku bingeha nasnameya Sûriyeyê, ava bike. Ezmûnên salên borî îsbat kirin ku siyasetên navendî, înkarkirina mafên pêkhateyan sedemên sereke yên derketina aloziyê ne. Lew ra jî her diyaloga nîştimannî ya ku daxwazên tevahiya pêkhateyan, bi taybetî yên jin û hêzên pêşeng ên têkoşînê di ber çavan re negire, dê diyalog kêm û wêranker be.”   Bi domdarî Kongra Star îşaret bi vê yekê hate kir ku divê rola navbeynkariyê afirandina atmosferek baweriya hevbeş di navbera aliyên Sûriyeyê de û piştgirîkirina çareseriyek Sûriyeyî-Sûriyeyî be ku ewlehî û aramiyê pêk bînin û beşdariya bi bandor a hemî pêkhateyan di şekildana pêşeroja welêt de misoger bike. Hate destnîşankirin ku divê diyalog li ser bingehên demokrasiyê û nenavendîbûnê jî were avakirin ku temînata rasteqîn ên rêgirtina li ber şer û parçebûnê be.   Di daxuyaniyê de naskirina mafên jinan û rola wan a pêşeng di avakirina Sûriyeya nû de wekî şertê bingehîn ê pêkanîna edalet û lihevhatina rasteqîn hat destnîşankirin. Hat gotin, bêyî mîsogerkirina maf û rûmeta jinan aştî li Sûriyeyê nepêkan e û bêyî beşdarkirina wan rasteqîn tu proseyên siyasî bi ser nakevin.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku parastina yekbûna Sûriyeyê bi dirûşman na, lê bi qebûlkirina pirrengiyê, rêzgirtina li îradeya gelan, avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî ya ku maf û azadiyan diparêze pêkan e. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmeta demkî, di serî de NY, navbeynkarên navneteweyî hat kirin wiha hate gotin: “Berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin da ku Sûriyeyê ji tarîtiyê ber bi siberojeke hevbeş a demokratîk, ewle û adilane ve bibe.”