Qirkirina bêdeng a li dijî Elewiyan li Sûriyeyê 2025-07-15 09:03:47   AMED - Êrişên li hember Eleweiyên li Sûriyeyê her diçin zêde dibin. Hevseroka Komeleya Demokratîk a Elewiyan a Mersînê Husniye Çelîk der barê êrişan de axivî û got: “Li Sûriyeyê çeteyên cîhadîst wek axê jinan jî dagir dikin. Jinan wek alava şer dibînin.”   Piştî ketina rejîma Beşar Esad a Sûriyeyê  êrişên li hember Elewiyan jî zêde bûn. Bi taybet li aliyê peravê ya Sûriyeyê, revandin, destdirêjî û qetilkirina jinan zêde bûn. Li gorî Tora Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) heta niha bi hezaran Elewî hatine qetilkirin.   Hevseroko Komeleya Demokratîk a Elewiyan Husniye Çelîk der barê êrîşan de axivî.   Êrişên HTŞ û komên girêdayê wê   Husniye Çelîk da zanîn ku Tirkiye piştgiriyê dide HTŞ’ê û HTŞ li Sûriyeyê Elewiyan qetil dike û got: “Dema şerê navxweyî de li hember Kurdan êrîşên tund hebûn. Ji bilî vê şerê li Sûriyeyê bi salan berdewam kir.Welatan piştgirî dida DAIŞ’ê. Tirkiye piştgiriyê dide HTŞ’ê. Sala borî Ahmet Şara du caran hat Tirkiyeyê. Bi protokola dewletê hat pêşwazîkirin. lê bi destê HTŞ û komên wê êrîşên li hember Elewiyan didomin. Ev di enama lêkolînên NY û Rêxistina Mafê Mirovan a Navneteweyî de hat tespîtkirin.”   ‘Komên cîhadîst jinan dagir dikin’   Husniye Çelîk daxuyakirin ku di şer de jin her tim wek ganîmet tên dîtin û wiha bi lêv kir: “DAIŞ’ê êrîşê Şengalê ikr û em hemû diznain çi bi Êzidiyan kirin. Herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Ji ber xeleka herî bê parastin û qels in. Komên cîhadîst wek axê jinan jî dagir dikin. Jİn wek ganîmet tên dîtin. Divê em li dijî vê êşê temaşevan nemînin.”   Li dijî qetilkirinan piştevaniya rêxistinkirî   Husniye Çelîk li dijî êrîş û komkujiyan berteka xwe nîşan da û got divê li dijî êrîşan, qetilkirinan piştevaniya rêxistinikrî hebe. Husniye Çelîk wiha anî ziman: “Divê demildest li Sûriyeyê komarek demokratîk bê avakirin. Li Sûriyeyê nêzî 22 komên entîk, bawerî dijîn. Divê ev hemû wekhev bijîn. Li Rojava bi salane gel di nava aştî û aramamiyê de dijîn. Ev li  cîhanê mînake. Divê li dijî pirsgirêkên tên jiyînê jî rêxistinbûnek hebe.”