Hêviya dayikan di aştiyê de ye 2025-07-23 09:08:59   MÛŞ - Dayikên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û dayikên girtiyên nexweş diyar kirin ku ew ji ber gavên hatine avêtin kêfxweş in û got: “Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK baweriyê dide me.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û pêvajoyek nû destpê kir. Piştî banga Abdullah Ocalan, gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk (BDTG) li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê merasîma çek şewitandinê pêk anî. Dayikên gerîla û girtiyên nexweş der barê pêvajoyê de axivîn.   ‘Divê êdî dewlet gavê bavêje’   Dayika gerîlayên HPG’ê Zeynep Çelîk (Sara Berîtan) û Çetîn Çelîk (Mahîr Kop) Ayten Çelîk dest nîşan kir ku divê dayikên leşker û gerîlayan negirîn û wiha got: “Bila hiqûq pêk bê. Gerîlayan çek şewitandin. Wan berpirsyariya xwe anîn cih. Divê êdî dewlet gavê bavêje. Bila êdî kes negirî. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Çavên dayikan li rê ne. Bila maf û hiqûq ji bo Kurdan hebin. Evqas bedel hatine dayîn û têkoşînek mezin heye.”   ‘Divê di destûra bingehîn de guherîn bên kirin’   Xwişka Sara Berîtan û Mahîr Kop, Aysel Çelîk jî anî ziman ku banga Abdullah Ocalan 27’ê Sibatêde kiriye gelek bi nirx e û wiha dirêjî dayê: “Ev bang gelek girîng e. Dewletê gav avêt û çû cem serokatiyê. Ev girîng bû. Serokatî û PKK baweriyê dide me. Baweriya me bi dewleta Tirk tuneye. Mirovan êşên mezin jiyan. Bi salan e dayikên bi hesreta zarokên xwe dijîn hene. Divê nasnameya Kurd bê qebûlkirin. Em vê diwazin. Divê dewlet gavê bavêje. Maf û hiqûqa me jî heye.”   ‘Divê dewlet êdî derewan neke’   Dayika girtiyê nexweş yê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da Celal Şeker, Îffet Şeker jî destnîşan kir ku şerekî 50 sal in didome heye û mirov hatine qetilkirin û got: “Bila ev aştî bi xêr be. Kurd tên girtin, tên surgunkirin. Ciwanên Kurd tên qetilkirin, jin tên qetilkirin. Hinek neçar man welat terk bikin. Ji vir şûnde bila dayik negirîn. Girtiyên nexweş bila bên berdan. Kurê min nexweş bû girtî bû. Heta birin morgê destê wî kelepçekirî bû. Heta me defin kir polîs li dora me bûn. Bila ev şer bidawî be.”   ‘Em bi partiyê bawer dikin’   Îffet Şeker wiha dawî lê anî: “Ji bo ev pêvajo têk neçe divê dewlet gavê bavêje. Dosya keça min du sale li dadgeriyê ye. Kurê min ê din ji ber girtîgehê niha nexweş e. Ji ber nexweşiyê nikare bixebite. Bila dewlet aştiyê bîne. Divê dewlet dest  ji yekparêziyê berde. Em bi dewletê bawer nakin. Em bi partiya xwe bawer in. Pêvajo bi derew û îxanetê nabe. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Divê pêvajoya li girtîgehan bê lezkirin.”   ‘Çavên me li riya girtiyên nexweş in’   Dayika gerîlayê HPG’ê Hatîp Kiliç (Şervan Egîd) ku jiyana xwe ji dest daye, Emîne Kiliç jî balkişand ser pêvajoyê û got ew ji aştiyê bi hêvî ne û wiha vegot: “Zarokên me ji ber zilm û îşkenceyê çûn çiyan. Bla hemû girtî bên berdan. Me dixwest zarokên me aştiyê bibînin. Gerîla hemû zarokên me ne. Çek şewitandin. Em jî ji bo wan aştiyê dixwazin. Bila dewlet gavê bavêje. Çavên me li riya girtiyan e.”