Serpêhatiya 4 sal û nîvan di destê çeteyên DAIŞ'ê de 2025-08-02 09:08:34     Stêra Can   ŞENGAL - Ruxmî 11 sal di ser fermana bi serê êzidyan de hat re derbas bûye jî Civaka Êzidî wekî roja ewil vê êşê di dilê xwe de hîs dike. Suad Şengalî jî jineke ji civaka êzidî ku heman êş jiyaye û dibêje  “Di nav 4 sal û nîvan de tu heqaret û şewazê tundiyê nema ku em rû bi rû neyên. Ez 15 caran hatim firotin. Bi darê zorê rojî û nimêj li me ferz dikirin, quran bi me didan xwendin. Me derfet nedît ku em birevin, li ber me nobet digirtin. Carna me bi mehan roj nedît. Hêviya min a ku em ê rizgar bibin tune bû.”     Şengal-di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi fermana lê hat rakirin di dîroka mirovahiyê de wekî rojek reş, rojek şerma mirovahiyê cihê xwe girtiye. Civaka Êzidî jî vê rojê wekî fermanê pênase dike. Ferman tê wateya tunekirina ol û baweriya wan ango tunekirina wan. Hafizaya fermanan a civaka Êzidî her zindî ye. Li Gorî daneyên civaka Êzidî 74 ferman li wan hatine rakirin lê di rastiyê de ev hejmar hîn zêdetir e. 74 caran cih û warên wan hatiye talankirin, keç û xortên wan hatine kolekirin û civaka wan bi rê û rêbazên herî hovane di qirkirinê re hatiye derbaskirin.     Hêzên hegemonîk biryar dabûn ku Rojhilata Navîn rasterast vegerînin gola xwînê û serweriya xwe li vê erdnîgariyê misoger bikin. Ji bo vê jî DAIŞ’a ku di hovîtiyê de tu sînor nas nedikir afirandin û li serê mirovahiyê kirin bela. Dema dîrok 3’yê Tebaxa 2014’an nîşan dida çeteyên DAIŞ’a hov berê xwe da Şengalê û li vir qirkirinek bêhempa pêk anî. Armanc ew bû ku ji civaka Êzidî kesek neyên hiştin û cih û warê Êzidiyan bên wêrankirin. Lê hesabê wan ê malê û sûkê li hev derneket û di Şengala qedîm de negihîştin armancên xwe. Tevgera azadiyê wekî Derwêş û 12 siwariyên xwe gihîştin hewara civaka Êzidî û ew ji qirkirinê rizgar kirin. Ji ber civaka Êzidî bi salan ji hêza xwe yî rêveberinê hatibû dûrxistin di dema xwe de neket ferqa xeteriya êrîşa DAIŞ’ê ya hov û li ser esasê parastina cewherî qasî tê xwestin xwe neparastin; ji kuştin, talankirin, tecawizkirin û ji kolekirinê xilas nebû. Civaka Êzidî ku hîn jî li ser hêmanê civaka xwezayî dijiya bi sozên xiyenetkaran bawer kiribû û bi encameke di nav de hemû êş û azar cihê xwe digirt rûbirû ma.    Ji fermanê herî zêde jin û zarok bi bandor bûn   Ji vê fermanê herî zêde jin û zarok bi bandor bûn hatin revandin û ji aliyê çeteyan ve li bazaran wekî lole hatin firotin. Sûade Şengalî ya ku yek ji jinên êzidî ku ji aiyê daişê ve hatiye revandin û piştre hatiye rizgarkirine. Sûad Şengalî dema wek dîl dikeve destê DAIŞ’ê hîn 24 salî ye. Sûad 4 sal û nîvan di destê çeteyan de dimîne û di nava van 4 sal û nîvan de 15 caran tê kirîn û firotin. Di nav ewqas salan de tu cureyê tundiyê namîne ku nabîne.    Sûad Şengalî bi eslê xwe ji Gundê Girzerikê ye lê bi malbata hevjînê xwe re li Gundê Domîz ê nêzî bajarê Şengalê rûdinê. Roja DAIŞ dikeve Şengalê hewl didin bi malbata xwe ya ji nêzî 30 kesan pêk tê re birevin lê di rê de dikeve destê DAIŞ’ê. Sûad Şengalî wiha bahsa wan rojan dike: “Dema me bihîst DAIŞ ketiye Şengalê em bi malbata xwe re ji gund derketin da ku xwe bigihînin çiyayê Şengalê. Em bigiştî malbat bi zarok û mezinan qasî 30 kesî bûn. Yekemîn malbata ku di rê de hat girtin em bûn. Hîn em di rêya lofan de bûn DAIŞ'ê bi ser me de girt û jin û mêr ji hev cuda kirin. Destpêkê xwestin hema me li wir bikujin lê piştî telefonek ji wan re hat biryar guhertin û me ne kuştin. Me hemû li seyaran siwar kirin û dîsa anîn navenda Şengalê.     Bi dare zorê mislimantî li me ferz kirin    Li Şengalê me xistin malên milet. Piştî seatekê mêr anîn cihê me û em ji odayan derxistin û ji bo mêr nerevin ew xistin odeyên ku berê em xistibûnê. Li wir bi dare zorê mislimantî li me ferz kirin. Ji me re gotin heke hûn şehadeta xwe binîn, dest û lingê xwe bişon û nimêj bikin em ê we di nav nîv seatî berdin. Em mecbûr bûn tiştên dibêjin bikin daku me berdin. Lê piştre me fam kir tiştên dibêjin rast nîne. Li vir keçên 9 salî bigirin heta keçên 15 salî, jinên ciwan xwestin ji me bigirin. Dema me îtîraz kir, êrîşî me kirin. Bi darê zorê keziyên wan keçan girtin û bi lêdanê ji destên dayikên wan derxistin û birin.  Dîsa jinên zewicî lê zarokên wan nîne dibirin. Ji bo min jî nebin min keça hewiya xwe xist destê xwe û min got ev keça min e.    Serê sibê ji me re gotin biçin Sitî Zeyneb ku li jorî Şengalê ye û ji bo şîayan cihêkî pîroz e. Mêrên li odeyan dihatin girtin li ber pencereyan li me mêzê dikirin, me jî li wan mêze dikir lê me nikarîbûn ne tiştekî bikin ne jî bibêjin. Em li vir du rojan hatin girtin. Piştî du rojan balafirên şer êvarî seat derdora 5’an li me dan. Vê carê çeteyan me birin Badûşê. Li vir dîsa jinên ciwan ji nav me derxistin û birin. Piştî vê jî hatin dayik û jinên temenmezin ji nav me hilbijartin û birin.  Li vir jî balafirên şer li me dan. Hîn bomberdiman dewam dikir me ji wir birin Tilaferê. Li vir gotin heke hûn bibêjin em misilman in em ê we bibin gel malbatên we. Li vir me li gel malên Şîa bi cîh kirin û karên malê bi me dan kirin. Em 5 mehan li vir man. Her roj bi hincetên cuda cuda tundî li me dikirin. Tu carî nedihîştin em derkevin, her di hundir de derî li ser me digirtin. Serê sibê derî vedikirin, êvarî dema karê wan biqediya me dixistin odeyê û derî qufil dikirin. Her karê xwe bi me didan kirin tenê nedihiştin em xwarinê çêbikin. Ditirsiyan em tiştekî bixin nav xwarina wan. Bi zanebûn xwarin nedidan me, dema bidan jî pir kêm didan. Bi me re erebî diaxivîn dema me gotinê wan fam nekir, dest bi lêdanê dikirin. Tenê zilamê wan na, jinên wan jî li me didan.     Tu bajarê Iraq û Sûriyeyê nema ku me nebirinê    Weke hemû dilgirtiyên jin ên Êzidî wan keliyên dilgirtî hemû di bîra Sûadê de zindî ne. Wê ji kuderê birine ku û li kuderê çiqas wext maye hemû rêz kirin. Sûad a ku dibêje tu bajar û bajarokê Iraq û Sûriyeyê nema ku em nebirin, ji Mûsilê heta Reqayê, ji Dêrazorê heta Idlibê û vegotina xwe wiha didomîne: “Piştî 5 mehan me birin bajarê Misûlê. Ji me re gotin em ê pez bidin we, ji me re xwedî bikin. Di vê navberê de her dihatin û jinên me yê ciwan digirtin û dibirin. Piştî demekê me dîsa birin Tilaferê. Em li wir jî 4 mehan man. Rojekê hemû mêrên Êzidî li mizgeftekê kom kirin, dest û çavên wan girêdan û ew birin. Me jî li hewşeke mezin kom kirin ku em van dîmenan bibînin. Em nizanin ew mêr birin ku. Jixwe heta niha jî me tu agahî ji wan kesên birin negirtiye, sax in an kuştinî ne, em nizanin. Dawiyê hatin dayikên temen mezin ji nav me girtin û birin. Ev rojê rojek pir bi êş bû, ew dîmen tu carî ji ber çavên min naçin. Piştî ku ew birin me jî birin Sûriyeyê.  Piştî mehekê me kirin 3 beş û her beşek birin derekê. Beşek 56 jin û 129 zarok bûn balafirên şer li wan dan. Li vir min firotin malbatekê. Min li vir jî di karên xwe yên  herî zahmet de şixulandin. "    Min 15 caran firotin    Piştî vê hevokê Sûad demekê bêdeng dimîne û naxwaze êdî biaxive. Di çavên wê de êşên wan rojan diçûrise. Em jî naxwazin pir israr bikin, bi çend hevokan dixwaze vegotina xwe biqedîne: “Di nav vî 4 sal û nîvî de tu heqaret û şewazê tundiyê nema ku em rû bi rû neyên. 15 caran hatim firotin. Bi darê zorê rojî û nimêj li me didan kirin, quran bi me didan xwendin. Me tu carî derfet nedît ku em birevin, 24 seatan li ser serên me nobet digirtin. Carna me bi mehan roj nedîtin. Tu hêviyê min nebû ku rojekê em xilas bibin.”    Ji tirsa min negot ez Êzidî me    Sûad û gelek jinên Êzidî dema li Bahozê tê girtin ji aliyê hêzên YPG-YPJ têne rizgar kirin lê destpêkê ditirse ji wan RE bêje ew Êzidî ye. Sûad wiha bahsa wê rojê dike: “Em bi hamleya Bahozê piştî 4 sal û nîvan hatin rizgarkirin. Di hamleyê de keça min winda bûbû, min hewl dida wê bibînim. Em jinên êzidî gelek bûn, herî zêde jî jinên ji Gundê Koço bûn. Jinên DAIŞ’î hebûn ji her deverên cihanê. Hinek ji wan sudanî bûn, hinek hîndî bûn. Me hemûyan birin kampa Holê. Li kampê hevalek YPJ’yî bi kurdî ji me pirs kirin. Kesekî bi kurdî bersiv bida dizanibû ku ew kes Êzidî ye. Min ji tirsa tu bersiv neda, wê carê bi erebî bi min re axivî. Piştî lêpirsînê me birin nav kampê. Li vir min keça xwe dît. Piştî min keça xwe dît me bi kurekî Êzidî re agahî şand ji hevalan re ku bila ji wan re bibêje em Êzidî ne. Di seat yekê şevê de heval hatin derdora konê me dorpeç kirin û me ji destên wan çeteyan rizgar kirin. Hevalan li wir pirs ji me kirin û dawiyê me birin Mala Êzidiyan a li Hesekê.”    'Min ew zarok weke zarokê xwe nehesiband'    Gelek jinên Êzidî di encama tecawizên çeteyan de ducanî diman û zarokên wan çêdibûn. Heta me pirs ji Sûad nekir Sûad qet behsa zarokê xwe yê ji çeteyan çêbûye nekir. Di encama tecawizê de kurekê wê çêbûbû û dema hatibû rizgarkirin ev kur 8 mehî bûye. Sûad piştî pirsa me vegot: “Min ew kur li mala Êzidiyan teslîmî hevalan kir. Rast e wî zarokî min anî dinê lê tu carî min weke zarokê xwe hîs nekir. Dema min li wî kurî mêze dikir, dîmenê zarokên me yê bi darê zorê ji destê me dihatin girtin dihat ber çavên min. Ji bo wê jî dema min ew kur da hevalan min tu zehmetî nekişand.”    Piştî 4 sal û nîvan hatina Şengalê    Demek dirêj Sûad bawer nake ku hatiye rizgarkirin. Di hemû hevpeyvîna me de cara yekem rûyê wê dikene. Sûad bi kêfxweşî behsa wan rojan dike: “Piştî 25 rojan hevalan me anîn Şengalê, em 29 kes bûn. Li vir malbata min, min pêşwazî kir. A rast min bawer nedikir ewqas Êzidî ji wê fermanê mabin. Heta ez hatim mala xwe jî min bawer nedikir em rizgar bûne. Min her digot qey ez di xewnekê de me. Piştî demeke dirêj min bawer kir ku ez li mala xwe me.”    Herî dawî Sûad axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Em tu carî wan rojan ji bîr ve nakin. Bi saya hevalan em rizgar bûn, heta em hebin em qenciya hevalan ji bîr ve nakin. Rast e ez û gelek jinên Êzidî rizgar bûn lê em dizanin hîn jî bi hezaran jin di destê DAIŞ’ê de ne û çi jiyan herî zêde em dizanin. Ji ber vê jî tu carî em xwe baş hîs nakin. Heke rojekê ew jin jî ji destê DAIŞ’ê rizgar bibin encax ew çax em hinekî baştir bibin.”