Şewata li Licê hat vemirandin 2025-08-16 19:14:31   AMED - Şewata li Licê derketibû bi giştî hat vemirandin û xebatên sarkirinê didomin.   Şewata ku li Licê  li sê nokteyan derketibû hat vemirandin. Di serîde welatiyan, Meclîsa Ekolojiyê ya Medê, Komîsyona Ekolojiyê ya OHD’ê, odeyên girêdayê Odeya Mîmar û Endezyaran a Tirk, hevşaredarên navçeyê û ekîbên îtfayê mudaxaleyê şewatê kirin.   Di encama mudaxaleyê de şewat hat vemirandin û xebatên sarkirina li herêmê didomin.