Xizmên windayan: Kiryar çima nayên darizandin 2025-08-23 14:15:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan, di çalakiya xwe ya heftane de bang li komîsyona çareseriyê ya li meclisê hat avakirin kirin û gotin: "Êdî dema pratîkê ye."   Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo kesên ku di salên 1990'î de di bin çavan de hatine qetilkirin û windakirin, di çalakiya xwe ya heftane de careke din li Amed û Êlihê bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li hev civiyan.   Amed   Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amed'ê di hefteya 863'yemîn a çalakiya xwe ya ji bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin", li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolûyê kom bûn. Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin hat vekirin. Di çalakiy vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Salim Acar (31) hat pirsin ku di 20'ê Tebaxa 1994'an de li gundê Embar ê Bismil a Amed'ê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin.    Kurê Mehmet Salim Acar Îhsan Acar ku li vir axivî, bibîr xist ku bavê wî 31 sal berê di 31 saliya xwe de hatiye revandin û got: "Ew kes bê sûc ji malen xwe hatin binçavkirin û me careke din tu agahî ji wan negirt. Em hestiyên wan dixwazin. Li Enqereyê komîsyonek hat avakirin. Ger wê aştî were welêt, divê dewlet rastiyan eşkere bike. Du roj berê li meclisê dayikan xwestin bi kurdî êşa xwe bînin ziman, lê nehitşin. 31 sal in em li pey heqîqetê ne. Êdî li komisyonê dem ne dema axaftinê, dema pratîkê ye."    Çîroka Mehmet Salim Acar ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD a Amedê Firat Akdeniz ve hat xwendin. Çîrok wiha ye: "Mehmet Salim Acar ê 31 salî, cotkarek bû ku li gundê Embar ê Bismilê dijiya. Di 20'ê Tebaxa 1994'an de, ew bi kurê xwe yê 13 salî û hevalê xwe re li zeviyên nêzîkî gund dixebitî. Nêzîkî nîvro, zilamên çekdar bi otomobîleke Toros a gewr a bê plaka hatin û xwe wekî polîs dan nasîn. Wan nasnameyên Acar û cotkarê din xwestin, dûr re Acar bi zorê xistin otomobîlê û birin. Keça Acar ku tevî cîranan li be rçem kinc dişûştin, di otomobîla ber bi çem ve dihat Acar dîtin ku desten wî û çavên wî girêdayî ne. Her wiha wan dît ku otomobîleke din ku pênc kes tê de bûn û li qeraxa çem sekinandî bû jî, bi wan re çûye.   Malbatê bihîst ku wesayît çûne Tabûra Cendirmeyan a Bismilê. Malbat ji bo aqûbeta Mehmet Salim Acar serî li leşkeriyê, meqamên edlî û îdarî dan. Paşê malbatê serî li Serokkomartiyê, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Dadê û gelek meqamên din da û xwest demildest ji bo ewlehiya Acar tevdîr bên girtin.    Malbatê serî li Dozgeriya Komarê ya Farqînê da û giliyê Fermandarê Tabûra Komando ya Bismil Îzzet Cûral û cendirme Ahmet Babayîgît kirin. Lê belê Lijneya Îdareyê ya Bajêr di 23'yê Çileya 1997'an de bi îdiaya delil kêm in der barê van kesan de biryara nedarizandinê da. Malbat herî dawî serî li DMME'yê da. DMME'yê di 8'ê Nîsana 2004'an de Tirkiyeyê bi sedema lêpirsîneke bibandor nekiriye mehkûm kir."   Piştî çîroka hat xwendin, ji bo kesên di binçavan de bi darê zorê hatin windakirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Êlih   Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 699'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin de, tevî parêzvanên mafên mirovan, gelek kes beşdar bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Alî Gunduz hat xwendin ku ji 22'yê Tebaxa 1998'an ve gava ji gundê Helanê yê navçeya Kercews a Êlihê hat navenda  Êlihê, tu agahî jê nehatine girtin. Çîroka ku bi devê kurê Gunduz ve ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Melek Atalayê ve hat xwendin wiha ye: "Di 22'yê Tebaxa 1998'an de, gava bavê min li nav baxçeyê li gund dixebitî, xortekî nêzî 18 salî nêzîkî wî bû. Wî jê re got ku pirsgirêkek xizmekî wî heye û ew dixwaze çareser bike. Ew bi hev re li otomobîlekê siwar bûn û ber bi Êlihê ve çûn. Li Êlihê, ew çûn mala Mustafa Kaya. Piştî ku li wir diaxivin, ew bi Mustafa Kaya û kurê wî Fatih Kaya re bi otomobîla Mustafa Kaya diçin. Nayê zanîn çûne ku derê. Ji wê rojê ve ji Mustafa Kaya, Fatih Kaya û Alî Gunduz tu agahî nehatiye girtin. Dema bavê min nehat malê, me xeber li her derê belav kir. Kesî ew nedîtibû. Em giriyan. Paşê, min gilî li dozgeriya Qoserê ku ez lê dimam, kir. Ji lêpirsîna dozgeriyê tu encam derneket. Her wiha ji kesên ku bi bavê min re winda bûne jî tu xeber tune. Windabûna ji nişka ve ya sê kesan û rastiya ku heta roja îro ji yekî ji wan jî tu xeber nehatiye wergirtin, cihê fikarê ye."    Melek Atalayê diyar kir ku ew ê li ser aqûbeta welatiyên winda bisekin û got ku divê berpirsiyar demildest werin eşkerekirin û radestî edaletê werin kirin.   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.