Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya 2025-08-28 17:37:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir. Şande ji Îmraliyê vegeriya.   Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûn Girava Îmraliyê.   Hevdîtin piştî mehek şûnde pêk hat. Hevdîtin 4 saet berdewam kir. Şande ji Îmraliyê vegeriyan.   Hat diyar kirin ku dê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî dê bê dayîn.